Dêrsimiyan: Newroza îsal dê roja îsyana li dijî jenosîdê be 2018-03-19 10:01:51 DERSIM - Dêrsimiyan, ji bo xwedî derketina berxwedana gelê Efrînê, banga tevlîbûna qadên Newrozê kirin û gotin: “Newroza îsal dê roja têkoşîn û îsyana li dijî polîtîkayên jenosîda li ser gelê kurd be.”  Xebatên amadekariyên pîrozbahiyê Newroza Dêrsimê bi hemû leza xwe berdewam dikin. Dêrsimî dê Newroza xwe di 21’ê Adarê roja Çarşemê li Qada Seyît Riza pîroz bikin. Dêrsimiyan bal kişandin ser girîngiya Newroza îsal û bang li gel kirin ku qadên Newrozê tije bikin.    Xwendekar Hamît Işık, diyar kir ku li Kurdistanê êrîşên mezin li ser gelan hene û wiha axivî: “Ji bo ku em van zordestiyên li ser gelan ji holê rabikin, divê em qadên Newrozê tije bikin. Di êrîşên li ser Efrîn de, qetilkirina li dijî yekitiya gelane. Li Efrînê rastiyeke muazem a gelên berxwedêr heye. Bi berxwedanek mezin nîşan dan ku bi tu awayî dest ji ax û warên xwe bernedin û koletiyê nekin. Tirkiyeye li Efrînê sûcê şer dike. Cîhan li dijî vê bedenge. Bi tu awayî Tirkiyeyê biryara argirbestê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) qebûl nekir û NY jî dengê xwe ji vê re dernexwist. Çavên xwe ji komkujiyan re girtin. Careke din şer, kirin heqîqeta gelê kurd. Em ê di Newrozê de îsyanê biqîrîn. Ji ber vê yekê em hemû ciwanên kurd vedixwînin 21’ê Adarê.”       ‘BI HEYBETEK MEZIN EM QADAN TIJE BIKIN’   Welatî Gulcan Çetîn jî, anî ziman ku Newroz mizgîniya biharê ye û wiha got: “Newroza sembola îsyan û berxwedanê ye. Dê jin li dijî komkujiyan Newroza îsal pîroz bikin. Li welatê xwe em şer naxwazin. Îsal divê em bi heybetek mezin qadan tije bikin û Newroza xwe pîroz bikin.”    ‘LI DIJÎ DÎKTATORIYÊ EM DAKEVIN QADAN’    Xendekar Lîder Polat jî, da zanîn ku Newroz di hafizeya gelan de xwedî mîsyonek dîrokiye û wiha bilêv kir: “Newroz cejna gelên Rojhilata Navîne. Bêguman ji bo gelê Kurdistanê xwedî girîngî û wateyek mezine. Rihê îsyana li dijî zilm û dîktatoriyê ye. Di saya Newrozê de heya van rojan em hatin. Mezlum Dogan bi çalakiya xwe ya di girtîgehê de gelê kurd heya roja îro anî. Ji bo şer û zilm bi dawî bibin em qadan tije bikin.”   ‘LI DIJÎ KOMKUJIYÊN JINAN EM DAKEVIN QADAN’   Nazmiye Şîmşek jî, bal kişand ser girîngiya Newrozû û wiha axivî: “Newroza ji bo min sembola berxwedanê ye. Îsal li Tirkiyeyê, tundiya li ser jinê, êrîşên tacîz û tecawîzê pir pir zêdebûn. Li dijî van polîtîkayan em qadên Newrozê tije bikin.”   ‘TEQEZ EM Ê QEZENC BIKIN’   Huseyîn Altun jî, destnîşan kir ku Newroz vejîne û wiha got: “Li her devera cîhanê kurd dibin zilmê dene. Lê kurd bi berxwedana xwe  dê bibin sembol. Paşeroja em ya 500 hezar salî heye. Gelek kral û împarator di herêma me re der bas bûn. Lê tu carî kurdan, welat, ax, cih û warên xwe terk nekirin. Ev yek nîşan dide ku gelê kurd xwedî berxwedanek mezine. Teqez emê qezenc bikin. Em benda gelê xwe ne u di 21’ê Adarê de qadan tije bikin.”   Hidir Şahîn ê 93 salî jî, diyar  kir ku mîna her salê dê îsal jî beşdarî Newrozê bibe û wiha bilêv kir: “Newroz sembola yekîtiyê ye, mirovan ji hev cûda neke. Ez bang dikim ku hemû kes beşdarî Newrozê bibin.”   ‘LI DIJÎ JENOSÎDÊ ÎSYANE’   Hîvron Bozkurt jî, bal kişand ser wateya Newrozê û wiha rêz kir: “Newroz ji bo me kurdan roja berxwedan û raperînê ye. Newroza îsal roja têkoşînê. Em bi tilîlî û kincên xwe yên herêmî beşdarî Newroza 21’ê Adarê bibin.”   MA / Semra Turan