Komîteya Newroza Stenbolê: Newroz li dijî kuştinê îsyana jiyanê ye 2018-03-19 09:27:28 STENBOL – Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî, diyar kir ku Newroza 2018'an li dijî kuştinê raperîna jiyanê ye. Bîlgîlî, anî ziman ku ew xwe digînin her kesî û dixwazin her kes li dijî kuştinê tev li vê îsyana jiyanê bibin. Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî, der barê xebatên Newroza Stenbolê de agahi dan. Bîlîgi, diyar kir ku Newroza 2018'an li dijî kuştinê raperîna jiyanê ye û wiha got: "Em xwe digînin her kesî û dixwazin her kes li dijî kuştinê tev li vê îsyana jiyanê bibin. Em dê Newrozê di 21'ê Adarê de li Bazara gel a Bakirkoyê pîroz bikin. Em dê Newrozê 21'ê Adarê li Bazara Gel a Bakirkoyê bi şîara  “Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" piroz bikin. Xebatên me yên Newrozê berdewam dikin. Em li tax û nava esnafan digerin. Me 500 pezar belavok belav kir. Nêzî mehek e xebatên me yên Newrozê didomin. Bangên me yên mal û esnafan didomin."    ‘Em hewl da hemû kesên alîgirê azadî, demokrasî û aştiyê bi rexistin bikin û me xwe gîhand wan. Xebaten me didomin. Rihekî bi hêz heye. Kes dê wekî mêvan tev li newrozê nebe. Hemû kesên bindest, ên mexdûr û muxalif dê tev li Newrozê bibin û dengê xwe li vir bilind bikin."   Bîlgîlî, diyar kir ku Newroza 2018'an li dijî kuştinê raperîna jiyanê ye. Bîlgîlî, anî ziman ku ew xwe digînin her kesî û dixwazin her kes li dijî kuştinê tev li vê îsyana jiyanê bibin û wiha got: Newroza 2018'an serhildan e. Li dijî kuştinê raperîn e. Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrid heye. Li ser Efrîne dagirkerî heye. Em dê di Newrozê de li dijî tecrîdê, li dijî dagirkeriyê û li dijî faşizma li ser elan tê meşandin bêjin "Gel dê li dijî faşîzmê bi ser bikevin.  Em bang li hemû reng, bewerî û nasnameyên cuda dikin ku tev li Newrozê bibin.    MA / Yasin Kobulan