Kesên îxrac bûn bang kirin: Tevlêbûna Milyonan a Newrozê dikarin dagirkeriya Efrînê rake 2018-03-19 09:26:38 STENBOL – Kedkarên cemaweriyê yên bi KHK'e hatin îxrackirin, bang li her kesî kirin ku tev li Newroza 21'ê Adare ya li Bakirkoyê bibin. Kedkaran diyar kirin ku ger bi milyonan tevli Newroze bibin dê karibin dagirkeriya li ser Efrînê rakin. Li Stenbolê Newroz dê di 21'ê Adarê de li Bazara Gel a Bakirkoyê bi şîara  “Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" bê pirozkirin. Xebatên ji bo Newrozê û banga tevlêbûnê berdewam dike. Kedkarên ku bi KHK'ê ji kar hatin îxrackirin bang li her kesi kirin û xwestin ji bo Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin tev li Newrozê bibin. Endamê Egîtîm Sen'ê Îlhan Koyu, bang li her kesî kir û xwest her kes li dijî neheqî û zilmê tev li Newrozê bibin.    ‘EM LI DIJÎ KOMKUJIYÊ BIBIN DENG'    Koyu, anî ziman ku Newroz, qêrîna li dijî neheqî û bêhiqûqîyê ye û wiha got: "Dema dewletê mudaxale nekir, li welatê me gel bi coş û rengê xwe qat tije kirin. Em hemû bûn şahidê vê yekê. Di serdema aştiyê de bi milyonan kes daketin qadan. Newroz li dijî zilm, neheqî û bêhiqûqiya li Kurdistanê bû qerîn û deng. Em biratiya gelan dixwazin. Em dixwazin bibin dengê aştiyê."     ‘MILYON BIGÊJIN HEV DIKARIN DAGIRKERIYA LI SER EFRÎNÊ RAKIN'   Koyû anî ziman ku Tirkiye 59 rojin Efrîn dagir kiriye û wiha got: “Ji destpêka şerê li Sûriye heta niha bi milyonan mirov li Efrînê di nava aştî û aramiyê de jiyan. Hemû gelên li wir reng û vîna xwe di nava rêveberiye de dîtin. Her kes bi reng, çand û baweriyên xwe jiyan. Hemû cihanê neheqiya şerê li ser Efrînê dît. Konseya Neteweyên Yekbûyî jî ev yek dît û biryara agirbestê da. Heta ku em li dijî neheqî, bê hiqûqî û li dijî dagirkeriye dernekevin dê zext û zilma li ser me zêde bibe. Ger ku em bi milyonan li qada Newrozê bibin yek, em dêkaribin dagirkeriya li ser Efrînê rakin. Em ji bo aştiya gelan têbikoşin. Efrînê ev yek pê kanî. Em bang li her kesî dikin ku tev li Newrozê bibin û dagirkeriya li ser Efrînê rakin:"    'JI BO AŞTIYÊ TEV LI NEWROZÊ BIBIN'    Şêwirmendê Pîşe û Kar ê bi KHK'ê hat îxrackirin Kahraman Îmer jî diyar kir ku Newroz cejna hemû gelên bindest e û wiha got: “Newroza îsal ji her sal bêtir girîngtir e. Bi KHK'ê mafê me ji destê me girtin. Bi OHAL'ê re şer didome. Newroz serî hildan e. Divê em li qadên Newrozê li dijî şer deng<ê xwe bilind bikin. Li dijî dagirkeriya Efrînê û li dijî şer dengê xwe bilind bikin. Divê hemû kesên aştiyê dixwazin di 21'ê Adarê de li Bakirkoyê dakevin qada Newrozê."    MA / Muhammet Doğru