Di mulakata girtina kar de: Serokomar kî ye? 2018-03-19 09:22:25 MÊRSÎN- Li Şaredariya Akdenîzê ya ku Qeyûm tayînê wê hatiye kirin, karkerên ku dixwazin derbasî kadrotiyê bibin û di mulakatê re derbas dibin rastî pirsên balkeş tên. Di mulaketê de pirsên "Serokomar kî ye? Çiqas malê te heye? Li ser navê te kijan mal heye? dipirsin.  Karkerên Şaredariya Akdenîzê ya Qeyûm tayinî wê hatiye kirin ji bo bibin kadro di ezmûn û mulakatê re derbas dibin. Li Şaredariya Akednizê karkerên hemal ji bo li gorî zagona Karmendên Dewletê ya Hêjmar 657 bibin kadro di mulakatê re derbas dibin. Heta niha 17 jê jin bi giştî 89 karkerên şaredariyê bi sedema sivîla wan ne paqij e, ji kar hatin avêtin. Karkerên ku tev li mulakatê dibin jî di ezmûna balkêş re derbas dibin. Karkerê 13 salin kar dike û nexwest navê xwe bide diyar kir ku heyeta mulakatê ji 5 kesan pêk tê û wan di lêpirsîna ewlehiyê re derbas dikin. Karker, anî ziman ku lêpirsûna ewlehiyê di nava 5 deqîqeyan de diqede û wiha got: "Heyetê ji min pirsa 'Tu çend salin kar dike? Malê te heye? Kijan mal li ser navê te qeyd kiriye? pirsîn.    Personelê Şaredariyê ku 20 salin dixebite û nexwest navê xwe bide jî wiha got: “Navê şaredar ji min pirsîn. Min jî got navê yê niha yan navê yê girtî? pirsî. Wan jî xwe aciz kir û gotin navê yê niha çiye? Wan jî got navê wî Muhittin paşnavêw î Pamuk e. Vê yekê têxe hişê xwe û ji bîr neke. Disa navê Serokomar ji min pirsîn."    Serokê Şaxa Genel-Îşê ya Mêrsînê Kemal Goksoy, jî diyar kir ku ev pirs bê wate ne û wiha got: "Hem qerfên xwe bi karkeran dikin û hem jî dixwazin fikra wan fêr bibin. Lê divê tenê têkildarî karê karkeran pirsan ji wan bikin. Tişta karkeran eleqeder dike karê wan e. Ev pirs li dijî aqilan e."    MA / Ergin Çaglar