Kurdên Ewropa li dijî şerê li ser Efrînê daket qatan 2018-03-18 22:50:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Ewropa Kurd û dostên wan li dijî şerê Tirkiye yê li ser Efrînê daketin qadan û êrîşên Tirkiye şermezar kir.  Şerê Tirkiye yê li ser Efrînê di roja 58'an de berdewam kir. TSK û OSO ketin nava Efrînê û peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin. Ala Tirk û OSO bi avahiyên Rêveberiya Xweser ya Efrînê ve dakirin. Li dijî êrîşên Tirkiye yên li ser Efrinê gelê kurd ên li Ewropa daketin qaan û çalakî pêk anîn.    BREMEN    Eyaleta Bremen a Elmanyayê bi armanca şermezarkirina êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê û jibo piştevaniya Efrînê li pêşiya gara trenê çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de kesên di Berxwedana Efrînê de jiyana xwe ji dest dane jî hatin bibîranîn. Çalakger li navenda bajêr li hev civiyan û heya gara trenê meşiyan. Di çalakiyê de hevkariya hikûmeta Elman a bi Tirkiyeyê re hate protestokirin. Çalakiya protestoyê derbasî nava gara trenê jî hate kirin û bi sedan kesî bi dirûşmeya ‘Duh Hîtler îro jî Erdoğan’ berz kirin.   HANNOVER   Li bajarê Hannoverê jî bi heman armancê Kurdistanî li gara trenê li hev civiyan û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de Tirkiye û hevkarên wê hate protestokirin.   DUİSBURG   Elewiyên ku li bajarê Duisburgê yê Elmanyayê dijîn li cemxaneyê kom bûn piştgirî dan berxwedana Efrînê. Pîr Alî Balî yê ku cem bi rê ve dibir di cemê de axivî û got: “Ev cem ji bo berxwedana Efrînê tê kirin û divê Elewî li cihekî din li xwe negerin û divê vegerin ser cewherê xwe.”   BRUKSEL   Li paytexta Belçîka Brukselê di bin pêşengtiya Platforma Piştevaniya Efrînê li gara trenê Midî yê çalakiya bêîteatilya sivîl hate lidarxistin.   TOULOUSE   Li bajarê Toulouse yê Fransayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Jinên Kurd ve meşek hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan li pêş Biryardeya Şehîdan a Toulouse ya li Cadeya François Verdier li hev civiyan û bêdengiya NY û Yekîtiya Ewropa şermezarkirin. Zêdetirî 700 kes beşdarî meşê bûn û meş heya qada Jeanne d’Arc dom kir.