Berdevkê YPG'ê Mahmut: Êdî êm dê dest bi şerê gerîlla bikin 2018-03-18 21:58:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê YPG'ê Nûrî Mahmut, diyar kir ku ji bo gelê Efrînê rastî komkujiya mezin neyên, ji Efrînê derxistin û wiha got: "Ji niha û şûnde em dê rêbaza gerîlla pêk bînin. Êdî em dê li hemû gund, navçeyên Efrînê bi rêbaza gerîlla şer bikin. Em dê lê bidin û vekişin. Heta em Efrînê ji destê Tirkiye derxin em dê şer bikin. Şerê me li dijî terorê ji bo hemû gelan e."  Berdevkê YPG'ê Nûrî Mahmut, têkildarî rewşa dawî ya Efrînê beşdarî bernameya Erdal Er ya Medya Haberê bû. Nûrî Mahmut, diyar kir ku di rojên dawî de TSK û OSO hemû hêzên leşkerî bikar dianî û wiha got: "Artêşa Erdogan a Tirkiye û komên çeteyên girêdayî wê bi tang û balafiran êrîşî gund û sivilan dikir. Ji ber êrîşî wargehên sivîlan dikir, sivîl li navenda Efrînê kom bûn. Piştre av ji ser gel qut kir. Ceyran ji ser gel qut kir. Firin, nexweşxane û dibistan kirin hedef. Ji bo ku raste rast sivîl kirin hedef û bombe kirin, me û meclîsa Efrînê biryar da ku Efrînê vala bikin. Ji bo komkujiyên mezintir pêk neyên me biryar da ku gel derkeve. Ji niha û şûnde em dê rêbaza gerîlla pêk bînin. Êdî em dê li hemû gund, navçeyên Efrînê bi rêbaza gerîlla şer bikin. Em dê lê bidin û vekişin. Heta em Efrînê ji destê Tirkiye derxin em dê şer bikin."    HIŞMENDIYA MOGALAN HEYE   Nûrî, anî ziman êdî li şûna li Dêra Zor şer bikin dê hêza xwe li Efrînê kom bikin. Nûrî da zanîn ku ev êrîşa dagirkeriyê ye û Erdogan dixwaze bi vê yekê dîktaodriya xwe biparêze û wiha got: "Her tişt li Efrînê ne qediya ye. Her tişt nû dest pê dike. Êdî em derbasî pêngavek nû ya şer dibin. Şerê Tirkiye yê îktîdar û dagirkeriyê ye. Şerê metîngeriyê ye. Heta niha tu iktîdarên dewletên cîhanê, li sinc û pîvanên şer xwedî derneketine. Li nirxên mirovahiyê xwedî derneketine. Bi taybetî Rûsya. Heta niha tu welaten cîhanê li dijî komkujiya li ser Efrînê helwestek nîşan nedaye û tu biryar nedane. Em bang li gelû gelên cîhanê dikin ku welatên xwe hişyar bikin. Tişta ku li Efrînê pêş dikeve DAIŞ'ek nû ye. Ev bi hişmeniya Erdogan pêş dikeve. Ev hişmendî dê sibê Asya û EWropa jî bike hedefa xwe. Li hemberî me hişmendiya Mogalan e. Talankirin, xerakirin û komkujî ye.    EM WEKÎ YPG'Ê DÊ HETA DAWİ LI DIJÎ TERORA DAÎŞÊ ŞER BIKIN   Nûrî anî ziman ku wekî hêza ku ji biratiya gelan bawer dike dê heta dawî li dijî DAIŞ'ê û terora ku gelên li Rojhilata Navîn tehdît dike şer bikin û wiha got: "Ev terora ku îro li Rojhilata Navin pêş ketiye ji ber hişmendiya Erdogan pêş ketiye. Divê hemû gelên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê zanibe ku em ji bo hemû gelan şer dikin û em dê şer bikin."