Partî û rêxistinên kurdan: Em gelê xwe vedixwînin qadan 2018-03-18 19:51:52   AMED - Partiyên siyasî yên kurd û rêxistinên demokratîk yên Amedê têkildarî dagirkeriya Efrînê civiyan. Partî û rêxistinan piştî civînê daxuyanî dan û diyar kirin ku êdî nayê qebûlkirin ku bêdeng bimînin û bêdengiya wan dê bibe sedema jenosîtê û bang li hemû gelan kirin ku dakevin qadan û Newrozê piroz bikin.    Şerê Tirkiye yê li ser Gelê Efrînê di roja 58'an de berdewam dike. Heta niha nêzî 50 welatiyên sivîl di êrîşên hewayî û bejayî yên TSK û OSO de jiyana xwe ji dest dan. Ji ber bombebarana balafirên TSK'ê li Efrînê di 2 rojên dawî de nêzî 50 welatî hatin kuştin. Piştî bombebarana li ser bajar zêde bû, gelê Efrînê bajar vara  kir. Piştî êrîş zêde bûn û Efrîn vala bû, Partiyên siyasî yên kurdan û rêxistinên demokratîk ên li Amedê ji bo helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya Efrînê bînin ziman li Otela Demîr a Amedê kom bûn. Di civînê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk, Îmam Taşçier, Nimetullah Erdogmuş, Nûnerên DBP, DDKD'ê Tevgera Azadî ESP, OSP, EMEP û gelek nûnerên rêxistinên demokratîk amade bûn. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Partî û rêxistinan piştî civîn bi dawî bû encamnameya civînê bi raya giştî re parve kirin.    Encama civînê wiha ye:    "Em ev partî û saziyên sivîl ên li binê vê nivisî îmzeya me heye ji bo erîşê  dagirkerîya  arteşâ devlata Tirk û hevparên wê çeteyên OSO gihane nava bajarê Efrinê em bi fikarin ku wê komkojiyek û jenosîdek mezin bikin. Ji bo vê yekê em hemû sazî û rêxistınên navdewletî yên berpirsiyar divê tişta ji wan bê bikin. Êrîşa leşkerî ya li hemberî Efrîn di roja 58’emîn de ye. Di encama bombebarana hewayî û bejayî de bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dan. Di encama bombebaranan de gelek bajarok û gundên Efrînê wêran bûn. Efrîn Şeristanîyek kevin e û bajarek kurdî ye. Bi dorpêçkirina Efrînê re av û ceryan hatin qutkirin û Efrîn. Bi kontrolkirina rê, av û ceyranê re bi rojane gelê Efrînê tî û birçî ma. Pirsgirêkên tendûristî û jiyanî di asteke xetereyê de ye.   Di encama bombebarankirina navçe, bajarok û gundên Efrînê, gelek kes cih û warên xwe terk kirin û koçberî navenda Efrînê û piştre koçî herêmên din bûn. Efrîn bombe kirin. Ji hewa û erdê ve bombe kirin. Bi dehan sivîl hatin kuştin. Ji bo komkujiyên mezin çênebin bajar vala bû.    Efrîn bi tenê serê xwe ne Efrîn e. Efrîn di pêvajoya ku çeteyên DAIŞ’ê seranserê Rojhilata Navîn kirin dojeh û gola xwînê de, ji koçberan re malovanî kir. Nanê xwe, ava xwe, hewa xwe û hemû nirxên xwe bi wan re parve kir. Bû cihekî ku hemû ziman, bawerî û çandên Rojhilata Navîn bi hev re bijîn û di nava aştî û biratiyê de jiyaneke hevpar ava bikin.   Niha dixwazin vî cihê ku aştî, biratî û jiyana hevpar lê pêş ket li biyaniyan parve bikin. Ji ber vê yekê Efrîn bi tena serê xwe ne Efrîn e. Efrîn sembol e. Efrîn ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye şaristaniyeke jinûve hêşin dibe û bajarekî ku şewq dide gelên Rojhilata Navîn ên di nava biratî û jiyana bi hev re dijîn. Efrîn ji bo pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên aştiyane, wekhevî û adîlane çareser bike bûye bajarekî aştiyê ya ku şewq dide her derê.   DIXWAZIN EFRÎNÊ BIKIN WARÊ BIYANIYAN   Ji ber vê yekê dixwazin Efrînê ji holê rakin, xwediyên wê bêwar bihêlin û ji kesên derve anîne re li wir bi cîh bikin û bikin “warê”  wan. Di şexsê Efrînê de hewl didin pêşiya statubûna kurdan a li ser welatê wê bigirin û dixwazin hemû destkeftiyên kurdan ji holê rakin. Divê di serî de gelên kurd û tirk, hemû civaka navneteweyî li hemberî ev trajediya mirovî ya tê jiyîn bêdeng nemînin. Bendengî û xwedîderneketina Efrînê tê wateya ku çavên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê û yên mîna wê ku bûne bela serê gelan re bigirin.   ÇIMA GELÊ JIYANA HEVPAR Û DEMOKRATÎK DIXWAZIN BIBIN GEF?    Bi taybetî gelê Efrînê, bi giştî gelê Rojava û hêzên wê yên leşkerî û siyasî tu gef li Tirkiyeyê û li Sûriyeyê nexwarine. Çima yên ku li Sûriyeke demokratîk hemû gel,  bawerî û çand di nava wekhev, adîlane û demokratîk de jiyaneke hevpar dixwazin ji welatan û gelan bibin gef xetere. Ev daxwaz heta sê sal berê jî wekî daxwazên ji bo Tirkiye ji pirsgirêkên dijî xelas bibe û bibe welatekî bi aram, rehetî, biratî û aştiyê yên di rojeva hikûmeta AKP’ê bûn. Ji ber vê yekê hemû beşên civakê piştgirî dabûn hevdîtin û muzakereyên ji bo çareseriyê hatibûn destpêkirin.   ÇARESERÎ RÊ Û RÊBAZÊN DEMOKRATÎK Û AŞTIYÊ YE   Tecrûbeya di aliyê saziyên leşkerî û siyasî ya 40 salan a ku êş û berdêlên giranbûha hatine dayîn û hemû dînamîkên civakê, rêxistinên civaka sivîl baş zanin ku rastiya tekane ew e ku rê û rêbaza çareseriya pirsgirêka kurd, çareseriya li ser esasê demokratîk û aştiyê ye. Dibe ku bêhtir êş bên kişandin, bêhtir mirov jiyana xwe ji dest bidin, bêhtir berdêlên giranbûha yên nû bên dayîn; lê belê ev rastî tu caran naguhere. Êdî derketiye holê ku pirsgirêka kurd bi van rêbazan nayê çareserkirin. Ev rê û rêbaz dihêle ku Tirkiye hemû hêza xwe bi şer û pevçûnê biqedîne û qels bike. Ji vê pêvtir tu encameke cudatir bi dest naxe.   NE POLÎTÎKAYÊ DIJMINANTIYÊ, POLÎTÎKAYÊN DOSTANIYÊ DÊ BI TIRKIYE BIDIN QEZENÇKIRIN   Ji ber vê yekê ne polîtîkayên ku kurdan wekî dijmin dibîne, polîtîkayên kurdan wekî dost û bira dibîne wê bi Tirkiyeyê bide qezenckirin. Tişta esasî ya ku Tirkiyeyê hem li herêmê û hem jî li dinyayê bihêz bike, ne ku li Tirkiyeyê û parçeyên din ên Kurdistanê dijminan ji xwe re çêbike. Divê li şûna vê yekê ji xwe re wekî tifaqa bihêz bibîne û li gorî vê yekê nêzîk bibe. Ev rastî di encama zanîstiya jiyana hezar salan piştrast bûye. Di pêvajoya ku şerê ji 2011’an de li Sûriyeyê diqewime de dawî li zilma DAIŞ’ê tê û li Sûriyeyê sîstemeke nû ya demokratîk tê avakirin de êrîşa li hemberî Efrînê careke din dest bi pêvajoya şer kirin. Divê civaka navneteweyî û koalîsyona navneteweyî ya li Sûriyeyê  ye vê yekê rast binirxîne û bixwîne.   Tirkiye, biryara agirbesta mehekê ya Neteweyên Yekbûyî, biryara Parlamentoya Ewropayê ji bo Tirkiye leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne, pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser bike û bagewaziyên DYE, Konseya Ewropayê, sazî û dezgehên navneteweyî û rewşenbîran di ber çavan de derbas nekir. Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan tevgera li hemberî Efrînê wekî fethê anî ziman û divê aliyên ku ev biryar wergirtin û bengawazî kirin vê yekê rast bibînin. Divê Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê û saziyên navneteweyî li pişt biryarên xwe bisekinin.   Ev pêvajoya ku li Efrinê tê meşandin xuya dike wê bi xwere ti çareseriyê nîne, Ji bo vê yekê Neteweyên Yekbuyî, Konseya Avrupa, perlementoya Avrupa, hêzên navnetewî yê koalîsyna Sûrî, Rusya, dewletê Îslamî û tevahiya hemû sazîyê navdewletî gerek bi lezginî û bi awayekî şînber ser bisekîn ku li Efrinê komkuji, jenosid û pêşiya trajedîyek mezin bê seknandin.    Wextê ku mirov pêvajoya li Efrînê derketiye holê dinêre dibîne ku dê trajediyeke mezin a mirovî derkeve holê. Ew biryar û bangewaziyên demdemî yên hatine kirin wê pirsgirêkê çareser neke. Ji ber vê yekê Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê, hêzên koalîsyonê yên li Sûriyeyê ne, Rusya, welatên îslamî, hemû civakên navneteweyî bi lez û bez têkeve nava hewldanê û bi gavên şênber pêşiya trajediya li Efrînê were jiyîn bigire.   EM GELÊ XWE VEDIXWÎNIN QADAN   Civaka navneteweyî hem di aliyê siyasî de û hem jî di aliyê exlaqî de di şexsê Efrînê de berpirsarî û peywira wê li hemberî gelê Rojava heye. Bi hezaran keç û lawên kurdan ên ku bi gîranî QSD avakirine ji bo dawî li zilma DAIŞ’a ku bûye bela serê hemû civakên navneteweyî û bi teqandina bombeyan û komkujiyan Ewropa kiriye dojeh bîne şehîd dane. Bi dayîna berdêla giranbuha  civaka navneteweyî jî çeteyên terorê yên DAIŞ’ê azad kirin. Ji ber vê yekê divê civaka navneteweyî hewceye di şexsê Efrînê de berpirsyariya xwe ya li hemberî gelê kurd aniha bi cîh bîne û ketiye ser milê wê.   NEWROZ ji bo gelê me roja vejînê ye û ji nûva jiyan e. Bi rihê berxwedana NEWROZÊ bi berxedana gelê Efrinêre em hemu gelê xwe vedixunîn qadan.