Bi êrîşa sîberê weşana ANHA hat astengkirin 2018-03-18 17:00:51 NAVENDA  NÛÇEYAN  - Weşana malpera Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku li Rojava weşanê dike, ji ber êrîşên sibêrê hat astengkirin.  Weşana malpera Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku li Rojava weşanê dike, hat astengkirin. Hat diyar kirin ku ev astengî ji ber êrîşên sîberê ne û malpera ANHA'yê venabe.    Rayedarên ANHA'yê ragihandin ku hewldanên wan ên ji bo weşana xwe bi awayekê asayî bidomîn in, berdewam dikin. Beriya niha gelek caran êrîşên sîber ên li ser malpera ANHA'yê hatibû kirin.