Jiyana bi hezaran sivîlên Basûtê di xeteriyê deye 2018-03-18 16:42:57   EFRÎN - TSK û hevkarên wê OSO bi hezaran sivîlên gundê Basûtê yê Şêrawa xistine çemberê û nahêlin sivîl derbikevin. Metirsî heye ku TSK û OSO komkujiyê pêk bînin.   Hat diyar kirin ku di 17’ê Adarê de beşek ji gelê Efrînê yên xwestin vegerin Cindirêsê bi balafirên şer ên TSK’ê hatin hedefgirtin. Di vê konvoyê de, derdora 300 kesan hebûn û tekez e ku li vir komkujiyek mezin pêk hatiye, lê hejmara sivîlên hatin kuştin ne zelale. Her wiha beşek ji gelê Efrînê ku xwestin vegerin bajêr, di ketina bajêr de bûn hedefa topbaranan û gelek sivîl hatin kuştin. Li vir jî hejmara sivîlên hatin kuştin ne zelale.   Di heman demê de, li gorî agahiyên ji Efrînê hatin, du welatiyên sivîl ên di nava bajar de ji aliyê TSK û komên hevkarên wan OSO ve hatin serjêkirin. Hat destnîşan kirin ku TSK û hevkarên wê OSO bi hezaran sivîlên gundê Basûtê yê Şêrawa kirine çemberê û nahêlin sivîl derbikevin. Guman heya ku komkujiyek mezin pêk binin.