Rêveberiya Xweser a Efrînê: Berxwedana Efrînê dê bi pêngavek nû bidome 2018-03-18 16:37:04 EFRÎN - Hevserokê Meclîsa Rêveber a Efrînê Osman Şêx Îsa, li ser navê Rêveberiya Xweser a Efrînê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo ew rastî komkujiyek mezin neyên wan bajar vala kiriye û dê berxwedana wan bi rêbazên taybet berdewam bikin. Îsa, bang li civaka navneteweyî kirin û xwestin li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemînin.  Şerê Tirkiye yê li ser Efrînê di roja 58'an de berdewam dike. Piştî bajarê Efrînê bi balafiran hat bombekirin gelê Efrînê bajar vala kir. Têkildarî valakirina Efrînê Rêveberiya Xweser a Efrînê daxuyanî da. Di civînê de Rêveberiya Meclisa Xweser ya Efrînê, Endamên YPJ, YPG û QSD'ê amade bûn. Li ser navê Rêveberiya Xweser a Efrînê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Efrînê Osman Şêx Îsa daxuyanî da. Osman Şêx Îsa, diyar kir ku berxwedana Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkiye 58 rojin dirome û wiha got: "58 rojin dewleta Tirk bi çeteyan li dijî vîna gelê kurd şerekî dijwar û hovane dimeşîne. Bi armanca dagirkeriyê hemû rêbazên şer ê bê pîvan pêk tîne. Li dijî rêveberiya demokratîk armanc dike gelê biyanî bîne li ser axa me ya bav û kalan resen bi cih bike. Dixwaze warên resen a dîrokî winda bike. Tirkiye bi tena serê xwe ev biryar negirtiye. Bi piştgirya hêza Rûsya ya hewayî êrîş kir. Bi hemû teknîka şer ya pêşketî û ya hewayî şer dike. Ne tenê li dijî vîna gelê Efrînê, li dijî hemû vîna gelê Sûriye şer kir. Ji niha û şûnde jî dê êrîşên wan berdewam bike."    BERXWEDANA ME DÊ BI RÊBAZÊN TAYBET BIDOME   Îsa, diyar kir ku Erdogan bi ser neketiye û wiha berdewam kir: "Ger ku Erodgan dibêje ez bi ser keketime bila xwe dixapîne. Heta vê kêliyê jî şervanê kurd li her dera Efrînê şer dikin. Îro 58 rojin Erdogan negihiştiye armanca xwe û dê ji niha û şûnde jî negêje armanca xwe neke. Gelê Efrînê tu carî vê dagirkeriyê qebûl nake. Gel dê ji xeta şehîdan gavan paşve navêje. Şerê me dê bi rêbazên taybet berdewam bike.    BANGA GELÊN NAVNETEWEYÎ: KER KOR Û LAL NEMÎNIN    Îsa, bang li civakên navneteweyî jî kir û wiha got: "Banga me ji civaka navneteweyî ewe ku ker, kor û lal nemînin. Divê ev tiştê bê serê me dê sibê bê serê wan jî. Kesên êrîşî axa me dikin li Enqere tên perwerdekirin û ji aliyê Enqereyê ve tê rêvebirin. Erdogan bi terorê gefan li kesan dixwe. Banga me ji civaka navneteweyî ewe ku xwedî helwest bin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê dikin ku bila bêdeng nemînin û zextê li Tirkiyê bike da ku şerê qirkirina fîzîk, çandî û siyasî derehqê civaka me rawestîne. Pêwîste Konseya Ewlekariyê û Neteweyên Yekbûyî dûrîtiya xwe terik bikin û derbarê rijandina xwîna sivîlên li Efrîn û Xûtayê biryarên pêwîst bidin. Ji destpêka êrîşan û ta niha 500 sivîl di nav de jin, zarok û kesên bi temen bi destê faşîzmya Tirkiyê şehîd bûn û zêdeyî hezar û 30 jî birîndar bûn, her wiha 820 şervanên QSD‘ê şehîd bûn. Em soz didin gel û şehîd û birîndarên xwe ku em xwîna wan li erdê nehêlin, xeta me têkoşîn, berxwedanî û girêdana bi şehîdan e. Armanca me serkeftin e."    JI BO KOMKUJIYÊN MEZIN PÊK NEYÊ ME BAJAR VALA KIR   Îsa, da zanîn ku ji ber Artêşa mezin a Nato bi balafiran bajar bombe dikir û sivîl dihatin kuştin bajar vala kir û wiha got: "Di nava 2 rojên dawî de 50 sivîl bi bombebaranê hatin qetilkirin. Ji bo komkujiyên mezintirîn pêk neyê me bajar vala kir. Me gel sewqî cihekî ewle kir. Îro Efrîn wekî bajar ji bo rastî komkujiya balafirên tirk nebin bajar vala kir. Ev ne paşve gav avêtin e. Tenê ji bo rastî komkujiyên mezin neyê. Gel dê heta dawî li ber xwe bidin û heta dawî şerê xwe berdewan bikin. Em tu carî destûr nadin.    Piştî daxuyaniyê koma beşdarî daxuyaniyê bû bi hevre dirûşmeyên "Bimre dagirkerî", "Bijî berxwedana serdemê". "Bijî berxwedana gelê kurd", "Bijî berxwedana Neteweya yekbûyî ya Bakurê Sûriye ya Bi hemû al û mezhebên wê" "Berxwedan jiyan e". "An serekftin an serkeftin an serkeftin." berz kirin.