Becerîklî: Ne gel, AKP ditirse 2018-03-18 16:08:26 MÊRSÎN - Parlamentera HDP’ê ya Elihê Saadet Becerîkli, diyar kir ku ji ber ku AKP ditirse êrîş dike û got: “Hewl didin bi tirsê gel birêv bibin.”  Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Torosê ya Mêrsînê 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Nûnertiya Taxa Kurdalî pêk anî. Gelek kes beşdarî kongreyê bûn, piştî hilbijartina dîwan û deqeyek rêzgirinê kongreyê dest pê kir. Di kongreyê endamê Meclîsa DBP’ê Erol Demîrhan û hevseroka DBP’a Mêrsînê Sedat Kalaba di kongreyê de axivîn û xwestin hevalên wan ên dibin çavan de bên berdan.    Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî jî di kongreyê de axivî û wiha got: “Ên ku gotin ‘emê di 3 rojan de bikevin Efrînê’ 58 rojin bi xeyala bikevin Efrînê êrîş dikin. Desthildarî hewl dide gel bitirsîne. Hewl didin bi tirsê gel bi rêve bibin. Lê ne gel, ew bixwe ditirsin. Ger netirsiyana evqas êrîşî HDP, DBP û gel nedikirin.”   Dûre rapora faaliyet û aboriyê ya DBP’ê hat xwindin. Pişt re di hilbijartina hat kirin de, Emîne Kanat Çîftçî û Metîn Înce ji bo hevserokatiya DBP’a Torosê hatin hilbijartin.