Partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ji bo Efrînê civîyan 2018-03-18 15:48:36 AMED - Partiyên siyasî yên kurd û rêxistinên demokratîk yên Amedê ji bo Efrînê kom bûn. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, beriya civîne daxuyani da û got: "Dagirkeriya Çeteya OSO  û Artêşa Tirkiye ya Efrînê nayê qebûlkirin."  Partiyên siyasî yên kurdan û rêxistinên demokratîk ên li Amedê ji bo helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya Efrînê bînin ziman li Otela Demîr a Amedê kom bûn. Di civînê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk, Îmam Taşçier, Nimetullah Erdogmuş, Nûnerên DBP, DDKD'ê Tevgera Azadî ESP, OSP, EMEP û gelek nûnerên rêxistinên demokratîk amade bûn. Beriya civînê parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier, diyar kir ku beriya Tirkiye êrîşî Efrînê bike tu êriş ji aliyê Efrînê ve pêk nehatibû û wiha got: "Dagirkeriya Çeteyên OSO û Artêşa Tirkiye ya li ser Efrînê nayê qebûlksirin. Ji ber ku kurdan bi xwe axa xwe bi rêve bir ev yek tehamul nekirin û axa Efrînê dagir kirin. Gelên din jî hevparên vê rêveberiyê bûn. Tirkiye wekî Kerkukê li dijî Efrînê jî helwest nîşan da. Dewletên navneteweyî jî bûn şirîkê vê dagirkeriyê. Kurd li Kerkûkê bûbâna yek dê îro li Efrînê jî bi hevre bûbana yek.    Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî xwest êdî kurd bi riya dîplomasiyê zextan li ser hêzên navneteweyî pêş bixin û wiha got: 'Li Efrînê şer tune bûn. tenê sivîl lê hebûn. Bêdengî hêz û wêrekiyê dide êrîşkaran. Lê divê her kes zanibe em li hemberî zaliman bêdeng nemînin. Duh Helepçe îro jî Efrîn. Divê em hemberî vê yekê bêdeng nemînin." Civîn piştî daxuyaniyê ji çapemeniyê re girtî didome.