SOHR: Li Efrînê 43 jê zarok 281 sivîl hatin kuştin 2018-03-18 15:31:15 NAVENDA NÛÇAYAN -  Malaçavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), diyar kir ku di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrîn de, 43 jê zarok 281 sivîl hatin kuştin. Malaçavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hejmara sivîlên di êrîşên Tirkiyeyê yên di 20’ê Cile heya îro yên li ser Efrîn de hatin  kuştin eşkere kir.     SOHR’ê di daxuyanî da de, diyar kir ku di şerê 58 rojan ên li Efrînê de 281 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û got: “Dinava 281 sivîlên jiyana xwe ji dest dayîn de 43 zarok hene. Dinava  kesên li Efrînê jiyana xwe ji dest dan de ji gelên Kurd, Erep û Ermenî kes hene. Ji ber topbaran û bombebaranên Tirkiyeyê bi sedan sivîl birîndar bûn û nezî 200 hezar sivîl jî necar man ku ji Efrînê derbikevin. Sivîlên Efrînê piraniya wan derbasî Nubul, Zahra û Helebê bûne.”         SOHR, di dawiyê de, da zanîn ku sivîlên xwestin derbasî Helepê bibin, hêzên rejîmê di nokteyên kontrolê 1000 dolar xerc ji wan standine.