Li Rihayê yekem agirê Newrozê li Sîwêrekê hat pêxistin 2018-03-18 14:50:35 RIHA - Li Rihayê piştî 2 salan yekem car Agirê Newrozê li navçeya Sêwêrekê hat pêxistin. Piştî agirê Newrozê hat pêxistin bi hezaran kesan bi yek dengî dirûşmeya “Bijî Berxwedan Efrinê” berz kirin.  Li Rihayê piştî 2 salan yekem agirê Newrozê li navçeya Sîwêrekê hat pêxistin. Newroz bi şîara "Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" bi coşek mezin hat pîrozkirin. Newroz ji aliyê Rêveberên HDP, DBP, EMEP, PSK'ê ve hat amadekirin. Gelê Navçeyê li Qada Bazara Genim kom bûn û Newroz pîroz kirin. Dema girse ket qadê rastî tacîza polîsan hatin. Ji ber polisan tedbîrên gelek mezin stendin, gelek caran di navbera welatiyan û û polîsan de niqaş derketin. Polîsan rengê kesk, sor û zer bi hinceta qedexe ye hilnedan qada mîtîngê. Xeftanên reş û renge kahwe jî bi sedema dibe ku xwe pê veşêrin qedexe kirin.    Polîsan bi taybetî ciwan di lêgerina GBT'ê re derbas kirin û zextên derûnî li ser girtiyan meşandin. Zarokêkî 12-13 salî ku nexwest polîs li ser wî lêgerîn bikin rastî lêdana polîsan hat. Li qada Newrozê pankartên bi kurdî (Kurmancî-Kirmanckî) û tirkî “Newroz pîroz be" li ser hatibû nivîsandin hatin daliqandin. Li qada ku alên HDP'ê lê hatibûn vekirin polîsan nêzî Saetekê lêgerîna bi kuçikan kir. Newroza ku saetek berê dest pê kiribûya saet di 13.00’an de dest pê kir.    Her çend polîsan hewl da rengan nexin qadê jî dîsa jinan bi cilên xwe yên rengîn û kesk, sor û zer xistin qadê û coşek mezin ava kirin. Jinên ku bi rengê kesk, sor û zer ketin qadê û ruh da qadê û kelecana qadê zêde kirin. Jinan bê navber flama li hewa li ba kirin û govend gerandin. Li Qada Newrozê bê navber dirûşmeyên "Şehit namirin", "Bijî Newroz" û "Bijî berxedana Efrin’e”, “Bijî Serek Apo” berz kirin.    AGIRÊ NEROZÊ PÊXISTIN   Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtinê û pêxistina Agirê Newrozê dest pê kir. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir agirê Newrozê pêxist û Newroz pîroz kir. Dema agire Newrozê hat pêxistin gel bi yek dengî dirûşmeya “Bijî berxedane Efrin’e” berz kir.    Pîrozbahî bi axaftin û muzîkê berdewam dike.