Hunermend û aktîvîstan: Hêzên Navneteweyî li Efrînê têk çûn 2018-03-18 14:43:42 STENBOL - Hunermend û Aktîvîstan bertek nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî yên li dijî êrîşên li ser Efrînê dan û gotin: “Qajo parêzvanên mafên mirovan carek din bendava kurdan derbas nekirin.” Şerê li Efrînê di roja 58’an de berdewam dike. Aktîvîst û hunermendan bertek nîşanî êrîşên li ser Efrîn û bêdengiya hêzên navneteweyî dan.    ‘DAXWAZÊN GELÊN EFRÎNÊ NEHATIN GUHDARKIRIN’   Hunermend Erdogan Emîr, diyar kir ku êrîş li ser qadên jiyana sivîlan hene û wiha axivî: “Jiyana li Efrînê bi sedsalane berdewam dike. Kesekê guh nedan daxwazên gelên Efrînê. Hemû hêz li gorî berjewendiyên xwe nêzî Efrînê dibin. Di qada navneteweyî de celladek ji bo civakê hatiye diyar kirin û ev cellat hemû erkên xwe bi cih tîne. Divê em li dijî vî cellatî û şer derbikevin. Biwêjeke kirmanckî ya ‘Hemû zindî li ser hebûna xwe û koka xwe tê avakirin û bi zimanê xwe diaxivê’ heye. Li Efrînê mafê gelên wê derê ji wan hat standin.”    ‘EV ŞERMA RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ YE’   Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) hunermed Cabbar Alp jî, anî ziman ku li Efrînê sûcê mirovahiyê tê jiyîn û wiha got: “Ev şermek mezine ji bo raya giştî ya cîhanê. Gelê kurd ê li dijî çeteyên hov ên DAIŞ’ê bi sedan ciwanên xwe sipartin axê, îro li Efrînê bi êrîşên mezin re rû bi rûne.  Ev yek şerma raya giştî ya cîhanê ye. Bêdengbûna wan dirûtî û bêwijdaniye. Dixwazin gelê kurd qûrbanê berjewendiyên navneteweyî bikin. Ên ku duh pesnê kurdan didan û li ser qehremantiya wan fîlm çêdikirin îro ji bo komkujiya Efrînê bêdengin. Careke din hêzên navneteweyî bendava kurdan derbas nekirin û li Efrînê têk çûn.”   ‘TC RÊZIKNAMEYA ŞER ÎHLAL DIKE’   Aktîvîsta Jinan a Demokratîk Rabîa Guvenlî jî, da zanîn ku Komara Tirkiyeyê (TC) rêziknameya şer îhlal dike û wiha axivî: “Hêzên TC li Efrînê li gorî rêziknameya şer a navneteweyî tevnagere. Berî her tiştî Nexweşxaneya Avrîn bobebaran kirin, sûcê mirovahiyê ye.  Bê guman dê cezayê van sûca bikişîne.”   ‘DIVÊ EM BÊDENG NEMÎN IN’   Guvenlî, bal kişand ser qetilkirina sivîlan ên li Efrînê û wiha bi dawî kir: “Divê em li dijî vê yekê bêdeng nemînin. Ji ber ku ev dagirkerî, li dijî têkoşîn û jiyana me tevane.”