Gelê Nisêbînê bi kelecanek mezin li heviya Newrozê ye 2018-03-18 14:27:15 MÊRDÎN - Gelê Nisêbînê ku ji ber qedexeya derketina kolanan 2 salin nikarin Newrozê pîroz bikin dê îsal bi coşek mezin Newrozê piroz bikin. Gelê Nisêbînê bi hesret û kelecanek mezin li benda Newroza îsal in.  Gelê Nisêbîna Rengîn dê îsal di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin. Gelê Nisêbînê xwe ji bo Newrozek bi coş, tevlêbûnek zêde û peyamên xurt amade dike. Nisêbîna Rengîn ku navê xwe ji berxwedana piştî pîrozbahiya Newroza 1992'an a Cizîra Botan girt, armanc dike ku bi Rengîniya Nisêbînê û coşa xwe Newrozê pîroz bike. Gelê Nisêbînê piştî ku li diji pîrozbahiya Cizîrê êrîş pêk hat rabû serhildanê ji wê demê heta niha bi coşek mezin Newrozê pîroz dikin. Gelê Nisêbînê di Newroza 1992'an de li Çemê Çeq Çeq'ê ku pekî "Pira Şehîdan" tê zanîn, kom bûbûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kiribûn. Tevî polîs bi panzêran hatin û gef li gel xwarin jî dîsa Gel Newroz li ser pirê pîroz kiribûn. Dema polîsan bi panzêran mişyan ser gel, gel çalakiya rûniştinê pêk anîbûn. Polisan ji ser panzêran li ser gel gule reşandibûn. Di êrîşa polîsan de li gorî encamên fermî 16 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û 106 welatî jî birîndar bûbûn. Tevî êrîşa nava rojê heta niha hesap ji polîsan nehat pirsîn û kujer nehatin darizandin.    Bajarê ku di salên 2015-2016'an de ji ber qedexeyên derketina kolanan nekarîbûn Newrozê pîroz bikin dê îsal di 21'e Adarê de bi coşek mezin derkevin kolanan û Newrozê pîroz bikin.    CÎHAN HILWEŞE EM JI NISÊBÎNÊ DERNAKEVIN   Komek ciwanên û zarok li taxa Devrim a li hemberî TOKÎ  li Parka Musa Anter rûniştine. Em  der barê Newrozê de bi wan re axivîn. Zarokên ku ber3e malbatên wan li taxa Firatê ya hat xerakirin bûn, niha li taxa Devrim di xaniyê kirê de dimînin. Zarokên ku Nisêbîn terk nekirine û di xaniyên krê de dijîn diyar kirin ku Çi dibe bila bibe ew dê Nisêbînê terk nekin."    BÎRDARIYA NEWROZÊ XERA KIRINE   Dema em li nava navçeyê digerin û em rastî peykerê kesên di Newroza 1992’an de jiyana xwe ji dest dan û di sala 2013’an de ji aliyê şaredariyê ve hatin çikilandin tên. Bîrdariya Newrozê remza 16 welatiyên di Newrozê de hatin kuştin nişan dide. Her çend peyker hatibe xerakirin jî dîsa bi înat li şûna xwe radiweste.    LI SER DÎWAR ‘NISEBÎN NETIRSE EM LI VIR IN'  HATIYE NIVÎSANDIN   Li ser diwaran şopa guleyên ku ji dema qedexeya derketina kolanan mane  heye. Dîsa li ser dîwaran hêj nivîsa "Nisêbîn netirse em li gel te ne" hatiye nivîsandin heye.    Dema em diçin cem pira Çeq Çeqê ya di Newroza  sala 1992'an de gelek kes lê hatin qetilkirin û wekî "Pira Şehidan in" tê zanîn jî, di şerê 2 sal berê de zerar ditiye, lê li tenişta wê gelek qereqolên polîsan ên seyar hatine avakirin hene.    PARKA ŞAREDARIYA XWEBIRA YA KOCAELÎ BALÊ DIKIŞÎNE   Dema Şaredariya Nisêbînê bi Şeredariya Kocaeli re wekî Şaredariya Xweh Bira peyman îmze kir û bi hevre parkek çêkirin, ev park balê dikişîne ser xwe. Çemê Çaq Çaqê reş diherike. TOKÎ jî bi telan hatiye pêçandin. Li dora parkê jî malên hatine gulekirin alê dikişîne. Li ser dîwaran jî peyvên ku nifrînê pêş dixin hatine nivîsandin. Ev dîmen şahidaya her tiştên ku bi serê bajar dehatiye vedibêjin.    BI KELECAN LI BENDA NEWROZÊ NE   Gelê Nisêbînê ku di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bike bi kelecanek mezin li heviya Newrozê ye.    MA / Sonya Bayık