‘Di bûyerên îstîsmarê de cezayên giran girîngin’ 2018-03-18 12:21:33 EDENE -  Prz, Sevîl Araci Bek, derbarê cezakirina Sedat Keser ê li Edeneyê tecawizê zarokekê kir de axivî û got: "Bertekên raya giştî hişt ku di danişîna destpê de Keser bê cezakirin. Cezayên giran ên di encama têkoşîna li dijî îstîsmarê de tên dayîn, girîngin.”  Li navçeya Yuregir a Edeneyê, di 10’ê Sibatê de Sedat Keser ê di dawetekê de îstîsmarê zaroka 4.5 salî kir, di 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê de hat darizandin. Dadgehê di danişîna destpêkê de, bi sûcdariya “Îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” 30 sal û “Zarok ji azadiya wê kirin” jî 21 sal, bi giştî 51 sal cezayê girtîgehê li Keser birî.      'BIRYAREK DI CIH DEYE'   Endama Platforma Jinan a Edeneyê Parêzer Sevîl Araci Bek, biryara dadgehê erênî nirxand û wiha got: “Di danişîna destpêkê de Kesen ceza kirin, bi bertekên raya giştî ve girêdayî ye. Ji ber ku di raya giştîde bertek mezin bûn, ji bo wê jî zû hat ceza kirin. Asta bûyerê pir hovaneye. Ji ber biçûkbûna mexdûr vê bûyerê girantir dike. Ji bo bûyerên wiha têkoşîn çiqas mezin be, dê cezayên bên dayîn jî girantir bin. Em difikirin ku cezayên wiha giran dê zêdetir bibin. Bi rastî jî divê li dijî bûyerên wiha bertekên pir pir mezintir bên dayîn.”