Prosedûrên Newroza Amedê bi dawî bûn 2018-03-18 11:47:20 AMED - Serlêdana ji bo pîrozbahiyên Newroza Amedê ji aliyê Walîtiyê ve hat qebûlkirin. Hemû prosedûrên Newroza Amdê ya dê di 21’ê Adarê bê pîroz kirin, bi dawî bûn. Walîtiya Amedê serlêdanên Komîteya Amadekar a Newroza Amedê qebûl kir. Newroza Amedê bi şîara “Newroz berxwedane, li dijî faşîzmê bihara gelane” dê di 21’ê Adarê roja Çarşembê li Qada Newrozê, bê pîroz kirin. Di çarçoveya bernameyê de, dê Newroza di saet 11.00’an de despê bike.