QSD'ê Pêngava Bagera Cizîrê ji bo demekê rawestand! 2018-03-18 11:13:45 NAVENDA NÛÇEYAN - QSD'ê ragihandin ku Pêngava Bagera Cizîrê ku li rojhilatê Firatê li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk dihat, ji ber êrîşên TSK û OSO ên li ser Efrînê, ji bo demekê rawestand. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di 9'ê Îlona 2017'an ji bo rizgarkirina bajar û herêma Dêra Zorê ji DAIŞ'ê Pêngava Bagera Cizîrê dest bi hemleyê kiribû. Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah ji Ajansa ji ANHA'yê re axivî. Lîlwa El-Ebdullah, diyar kir ku ji ber êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, pêngav ji bo demekê rawestandin.   ‘HÊZÊN ME JI ROJHILATÊ FIRATÊ VEKIŞIYAN’   Lîlwa El-Ebdullah, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di xetên pêş ên di navbera şervanên QSD û DAIŞ'ê de niha şer hema bêje rawestiya ye. Ji ber êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê wiha bû. Vekişîna hêzên me ji rojhilatê Firatê û beşdarbûna wan di Berxwedana Serdemê de sedemek girîng a rawestandina Bagera Cizîrê bû. Hîn jî li herêmek biçûk a li rohilatê Firatê çete di dorpêçê dene. Çete car caran êrîşî eniyên hêzên me dikin. Hêzên me bersiva êrîşên li ser herêmên hatin rizgarkirin didin."   ‘REWŞA LI EFRÎNÊ TEMENÊ DAIŞ’Ê LI SÛRIYEYÊ DIRÊJ DIKE’   El-Ebdullah, da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê xizmeta DAIŞ'ê dikin û wiha got: "Ji xwe atêja Tirk bi van êrîşan armanc dike ku temenê DAIŞ’ê yê li Sûriyeyê dirêj bike. DAIŞ'ê vê rewş ji bo xwe weke qezenc dibîne û car caran êrîşî nokteyên QSD’ê dike. Hêzên me jî bi giranî ji bo parastina sivîlan tevdigerin û bersivê didin êrîşan.”   Lîlwa El-Ebdullah, bal kişand ser hin îdîayên dibêjin QSD dê Heqil Umer radestî hêzên rejîmê û Rûsiyayê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Herêmên ku bi saya berxwedan û fedekariya şehîdên me hatiye rizgarkirin, em ê bi tu awayî dest jê bernedin û radestî tu hêzan nekin.”