'Riha dê wekî Kobanê li Efrînê jî xwedî derkevin 2018-03-18 10:04:34 RIHA - Xebatên ji bo pîrozbahiya Newroza Rihayê ber bi dawî ve diçin. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku ew dê îsal agirê Newrozê ji bo Efrînê pêxin û wiha got: "Gelê Rihayê li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê li gelê Kobanê xwedî derket. Riha çawa li Kobanê xwedî derket dê wisa li Efrînê jî xwedî derkevin. "  Newroz dê îsal li Rihayê di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin. Mîtînga pîrozbahiya Newroze dê li Qada Mîtîngê ya Paşabagi bê lidarxistin. Amadekariya xebatên Newrozê ber bi dawî ve diçin. Li Rihayê jî dê Newroz bi şîara "Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" bê pîrozkirin. Ji bo tevlebûna Newrozê belavok tên belavkirin, esnaf tên ziyaretkirin. Xebatkarên komîteya amedekar mal bi mal, tax bi tax digerin û banga tevlêbûna Newrozê dikin. Seroka Komîteya Amedekar a Newrozê Hidayet Enmek, diyar kir ku xebatên Newrozê ber bi dawî ve diçin û ji bo pîrozbahiya Newroza Rihayê amade ne. Enmek, anî ziman ku ew îsal qîmetek mezin didin Newroza 2018'an.    'TEVBÊBÛNEK XURT A NEWROZÊ DÊ ÊRÎŞAN ASTENG BIKE'    Enmek, anî ziman ku rojeva wan a sereke rewşa Efrinê ye û wiha got: "Ji ber rewşa Efrînê Newroza îsal pir giring e. Ji bo xwedîderketina gelê Rojava û Efrînê tevlêbûna Newroza îsal pir girîng e. Niha bi darê zorê gelê Efrînê ku heta niha zerara wan negihiştiye tu kesan ji cihên wan koçber dikin. Êrîşî jiyana pevpar dikin. Tevlêbûnek xurt dê êrîşên li ser Efrînê jî bişkîne. Newroz ger ku xurt bê pîrozkirin û peyamên xurt bên dayîn dê ji bo gelê Efrînê bibe hêz û coş. Divê li Tirkiye û Kurdistanê Newroz bi tevlêbûn, coş û peyamên xurt bê pîrozkirin."    'AGIRÊ NEWROZÊ DÊ JI BO EFRÎNÊ GEŞ BIBE'   Enmek, anî ziman ku îsal dê agirê Newrozê ji bo Efrînê geş bibe û wiha got: "Em dê vê Newroz û berxwedana Newrozê diyarî Efrînê bikin. Em dê bi vê yekê hişmendiya Netewbûnê nîşan bidin. Em dê bi pîrozkirina Newrozê li Gelê Efrînê xwedî derkevin û wan bi tenê nehêlin.    RIHA LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAÎŞÊ    Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî, diyar kir ku ew dê îsal agirê Newrozê ji bo Efrînê pêxin û wiha got: "Gelê Rihayê li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê li gelê Kobanê xwedî derket. Riha çawa li Kobanê xwedî derket dê wisa li Efrînê jî xwedî derkevin. Em bang li hemû gelê Rihayê dikin ku bi coşek mezin tev li Newrozê bibin."    Endama Komîteya Amedekar Emine Çetiner jî diyar kir ku ji bo li dijî Faşîzmê bêjin raweste û êrîşên li ser Efrînê şermezar bikin bang li Gelê Rihayê dikin ku bi awayekî xurt tev li Newrozê bibin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hadle Ogur jî bang li gelê Rihayê kir ku li dijî zilm û faşîzmê bi awayekî xurt tev li Newrozê bibin."