ROJEVA 18'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-18 09:01:09 * Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Ayşe Nûr Aytemûr, anî ziman ku ewê bi hêza ku 8'ê Adarê daye wan li qadên Newrozê bin û got: "Newroz berxwedan e. Em bi van hestan li qadan bin."  * Ji ber ku xwarinên diyetî nedan girtiyê nexweşîna wî giran Ebedîn Abî, DMME’yê ceza li Tirkiyeyê birî. Her wiha li Girtîgeha Bunyanê jî xwarinên diyetê nadin girtiyên nexweş Mehdî Boz, ku nexweşîna Pençeşêra Tîroîdê û KOAH’ê lê peyda bûye. Malbatan xwest daxwazên girtiyan bi cih bên.    * Aborîzan Selîm Çakmakli notên Moody’sê û rewşa aboriyê ya Tirkiyeyêê nirxand. Çakmakli diyar kir ku dema gotina “reforma strukturel” bê bihîstin “Wê çaxê divê hûn hay ji qewlikê xwe hebin, çimkî wê hundurê wî vala bikin.”    * Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, bîranên xwe yên Newrozên ji salên 90’î û heta niha vegotin. Dayikên Aştiyê got: “Ji bo Efrînê em ber bi qadên Newrozê ve biherikin.”    * Zimanzan Samî Tan destnîşan kir ku divê demildest ji bo Efrînê yekîtiya netewî pêk bê û got: “Divê kurd beriya her tiştî bibin yek û êrîşên li ser Efrînê rawestînin.” Her wiha Tan ji bo qetliyamê jî got: “Wê di dilê kurdan de birînên kûr vebike. Wê îhtimala jiyana bi hev re ya gelan nemîne.”    * Li Enqereyê li gelek dibistanên seretayî pankartên şer û mirinê hatine daliqandin û bi vî awayî hema bêje dibistan veguherandina biryargehên leşkerî. Yek ji van dibistanên ku mirov dibêje qey biryargeha leşkerî ye, Dibistana Seretayî ya Tegmen Kalmaz e.   * Rojnamevan- nivîskar Mûsa Ozûgûrlû ku berê Nûnerê TRT Turkê yê Sûriyeyê bû, destnîşan kir ku eger Tirkiye têkeve navenda bajêr a Efrînê wê windahiya sivîlan zêde bibe. Ozûgûrlû bi lêv kir ku pênaseya “Şerê Efrînê” nîşaneya vê yekê ye û got: “Li gor agahiyên ku em ji çavkaniyên herêmî werdigirin, YPG di liberxwedayînê de bi biryar e. Yanî pêvajoyeke wisa hêsan ne li benda TSK û OSO’yê ne.”    * Rojnamevan-nivîskar Ayşe Duzkan destnîşan kir ku bi destpêkirina êrîşên li ser Efrînê re bi destê çapemeniyê şer û mîlîtarîzm tê gurkirin û got: “Mirov tim leqayî rêzefîlmên ku mêr bi kincên leşkerî bi wêrektiya xwe pesnê xwe didin tê. Bi destê çapemeniyê tê lansekirin ku mirin û kuştin tiştekî baş e û wekî tişta herî baş ku mêr dike tê lansekirin.”   * Geşedanên der barê Efrînê de dê bên şopandin.    * Odeya Tabîbana Stenbolê, bi minasebeta hefteya Tipê dê li Qada Tunelê kom bibin û heta Qada Galatasarayê bimeşin. (12.00)    * Nûçegîhanê Ajansa DÎHA Volkan Eryîgît ê dema karwana hilbijartinê ya "Yekîtiya Hêzên Demokrasî ya Edene dişopand û di qezayê de jiyana xwe ji dest da, dê li ser gora xwe bê bibîranîn. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê dê li Navçeya Sîweregê ya Rihayê bi tevhêbûna Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir li qada Bazara Genim Newrozê pîroz bike. (13.00-17.00)    * Partiyên siyasî yên Kurdistanî dê li dijî êrîşên li ser Efrînê li Otela Demîr ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)    * KOZ, dê bi ser navê Dengvedanên Siyasî yên Efrînê ya li Tirkiye li Salona Civînê ya Cezayirê civînê pêk bîne. (15.00)   * Lijneya parastina Mûnzûrê dê li dijî wêrankirina xwezayê û avakirina HES'ar li peş Operaya Sureyya ya Kadikoyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (15.00)