Ozûgûrlû: Gotina ‘Şerê Efrînê’ ya Erdogan nîşaneya êrîşên xwînbar e 2018-03-18 08:57:04 STENBOL – Rojnamevan- nivîskar Mûsa Ozûgûrlû ku berê Nûnerê TRT Turkê yê Sûriyeyê bû, destnîşan kir ku eger Tirkiye têkeve navenda bajêr a Efrînê wê windahiya sivîlan zêde bibe. Ozûgûrlû bi lêv kir ku pênaseya “Şerê Efrînê” nîşaneya vê yekê ye û got: “Li gor agahiyên ku em ji çavkaniyên herêmî werdigirin, YPG di liberxwedayînê de bi biryar e. Yanî pêvajoyeke wisa hêsan ne li benda TSK û OSO’yê ne.”  Rojnamevan-nivîskar Mûsa Ozûgûrlû ku di navbera salên 2012-2016’an de Nûnerê TRT Turkê yê Sûriyeyê bû, êrîşên li ser Efrînê ku 58 roj in didomin û biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Parlementoya Ewropayê (PE) nirxandin.    Ozûgûrlû ji bo biryara agirbestê ya NY’yê got:  “Metna agirbestê ya NY’yê di asasê xwe de ji bo hemû Sûriyeyê ye. Yanî bi awayekî Efrînê jî dihebîne. Divê israra NY’yê di vê çarçoveyê de esas bê girtin. Çend roj berê PE’yê jî biryarek da. Divê em di vê çarçoveyê de van herdu biryaran wekî berteka civaka navnetewî bibînin. Gelo ev sinyal e ku dê ji niha û pê ve gav bên avêtin? Wê operasyona Tirkiyeyê û wekî li hemberî Tirkiyeyê be yan tenê wê qîma xwe bi van daxuyaniyan bînin? Dû re wê ev yek aşkere bibe.”     Ozûgûrlû diyar kir ku belkî ji bo Efrînê biryareke taybet ji aliyê NY’yê neyê dayîn û got: “Lê dema mirov bi awayekî giştî lê binêre jixwe NY tewrê xwe nîşan da. Ji niha û pê ve em ê bibînin ka Tirkiye çawa tev digere. Piştî biryara PE’yê Erdogan got ‘Hûn li îşê xwe binerin. Dema me operasyon qedand em ê derkevin.’ Ev daxuyanî nîşan dide ku neyta Tirkiyeyê ew e ku li dijî bertekên civaka navnetewî derkeve. Wê di pêş de diyar bibe ka ev bangawazî vediguherin çewisandinan, bi awayekî berbiçav vediguherin mueyîdeyekê. A diyarker ev e, wisa dixuyê. Belkî ji bo niha bandoreke wê ya zêde tune be, lê em ê di pêş de encamên wê yên berbiçav bibînin.”    ‘YA DIYARKER TEWRÊ YPG’Ê YE’    Ozûgûrlû got: “Di dema ketina Tirkiye û OSO ya navenda Efrînê de, tekane tişta ku diyarker be wê tewrê YPG’ê be. Wê bi awayekî bibiryar li dij derkeve an wê bi awayekî lihevkirinê tev bigere yan jî wê ji bo herdu aliyan veguhere pevçûneke xwînbar? Ya ku dê vê yekê diyar bike, niha tewrê YPG’ê ye. Tirkiye bi biryar e ku têkevê. Astengiya li pêşiya Tirkiyeyê hebûna sivîlan e. Ev nayê wateya ku dê sivîl nemirin. Lê çi dibe bila bibe bombebaraneke ku bi awayekî aşkere bê kirin wê bibe sedema mirina sivîlan.”    ‘YÊ DIPARÊZE BIAVANTAJTIR E’    Ozûgûrlû diyar kir ku eger li Efrînê hêzeke zêde ya leşkerî hebe, ne mimkun e ku Tirkiye bikaribe têkeve wir û got: “Çimkî pîvaneke leşkerî heye. Kesê diparêze tim biavantajtir e. Lê em nizanin dê ka Sûriye, Rûsya heta kengî destûra bombebarana Tirkiyeyê bide. Belkî piştî demekê şûn de dema bertek zêde bibin bombebaran çê nebin û wê demê wê Tirkiye di operasyona bejahiyî de bi tu awayî nikaribe pêş ve biçe. An jî wê heta demeke dirêj nikaribe têkevê. Îjar li vir tekane tişta diyarker ew e ku wê YPG li ber xwe bide yan na. Li gor agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî wergirtine YPG birbiryar e ku li ber xwe bide, wê berxwedan hebe. Yanî pêvajoyeke wisa hêsan ne li benda TSK û OSO’yê ne.”   Ozûgûrlû destnîşan kir ku eger TSK û OSO têkevin Efrînê wê mirina sivîlan zêdetir bibe.    Her wiha Ozûgûrlû pênaseya “Şerê Efrînê” ya Erdogan jî nirxand û got: “Em dikarin bibêjin ku Erdogan pênaseyeke rast bi kar aniye. Ev yek ji hêlekê ve nîşan dide ku ka dewlet bi awayekî aşkere çi dike. Yanî nîşaneya ku mesele ber bi rewşeke hîn tundtir ve diçe. Belkî ev jî îşareta ku wê êrîşên hîn dijwar pêk bên be.”    MA / Yasin Kobulan