Zimanzan Tan: Divê kurd demildest bibin yek û êrîşan rawestînin 2018-03-18 08:54:50 STENBOL –Zimanzan Samî Tan destnîşan kir ku divê demildest ji bo Efrînê yekîtiya netewî pêk bê û got: “Divê kurd beriya her tiştî bibin yek û êrîşên li ser Efrînê rawestînin.” Her wiha Tan ji bo qetliyamê jî got: “Wê di dilê kurdan de birînên kûr vebike. Wê îhtimala jiyana bi hev re ya gelan nemîne.”  Êrîşên li hemberî Efrînê didomin. Zimanzan Samî Tan bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê da û destnîşan kir ku divê demildest kurd yekîtiya netewî pêk bînin.    Tan bi lêv kir ku kurd li Efrînê gelek tişt bi dest xistine û got: “Di warê rêveberiya xwe bi xwe de tecrûbeyek derket holê. Di warê çand û ziman de jî geşedaneke berbiçav heye. Jixwe gelê Efrînê bi çand û edetê xwe tev digeriya. Jiyana wan bi kurdî bû û kurdî li wir zindî bû. Nemaze jî di warê perwerdehiyê de geşedanên mezin hene. Li wir zanîngeh jî hatiye vekirin. Tevî hemû astengiyan jî, di warê kurdî, çand û nasnameyê, jiyaneke bi hev re de û di warê azadiya gelan de pêşveçûyîneke berbiçav heye. Lê mixabin êrîşên ku îro pêk tên li hemberî van tiştan e.”    ‘TIRKIYE BI SAYA ÎTIFAQA KURD Û TIRKAN LI SER PIYA YE’    Tan got: “Niha ji bo hemû cîhanê desteser bikin dibêjin sêva sor. Lê belê ev xewneke badilhewa ye. Enver Paşa û hevalên wî ev xewn didîtin. Lê belê dû re ev xewn bû kabîs. Axirê împaratoriyeke ku li ser binketiyan ava bû. Di dîrokê de eger Tirkiye li ser piya mabe, ew jî bi saya îtifaqa kurd û tirkan e. Eger îtifaqa kurd û tirkan nebûna, wê Tirkiye winda bikirana.” Tan destnîşan kir ku kesên berê Tirkiyeyê didin Efrînê qenciya Tirkiyeyê naxwazin û got: “Rûsya bi tu awayî qenciya Tirkiyeyê naxwaze. Ji bo berjewendiyên xwe tev digere. Rûsya dixwaze pirsgirêkên xwe yên bi Amerîkayê re, bi riya Tirkiyeyê çareser bike. Di heman demê de hem dixwaze Tirkiyeyê hem jî kurdan bike muhtacê xwe. Amerîka û Ewropa jî bi heman awayî tev digerin.”    ‘WÊ QETLIYAM DI NAVBERA GELAN DE BIBE CIHÊ BIRÎNEKE KÛR’    Tan, anî ziman ku Efrîn ji bo kurdan û gelên li herêmê cihekî zaf girîng e û got: “Qetliyamên li wir pêk bên dê di navbera gelan de bibe cihê birînên kûr. Û wê ew der bibin cihê birînên ku bi tu awayî neyên pêçandin. Ji ber vê divê aştîxwaz, hêzên demokratîk, kurd, tirk û gelên din li hemberî van êrîşan çavvekirî bin û bandora şovenîzmê, nîjadperestiyê ji ser xwe bavêjin. Ji bo li ser vê xakê pergaleke demokratîk, wekhev, biratiyî û jiyana bi hev re bê avakirin, divê dest bidin destê hevdu. Divê berxwedan û xebat di vî warî de pêk bên.”    Tan, bang li rayedarên Tirkiyeyê jî kir û got: “Ev ne ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê ye. Wê Tirkiye bi polîtîkayên Ergenekonê, Enver Paş û MHP’ê negihêje cihekî û tu tiştî bi dest nexe. Axirê yên ku dê winda bikin wê tirk û kurd bin.”    ‘YA DIKEVE SER MILÊ ME YEKÎTÎ YE’    Tan destnîşan kir ku eger ne ji ber ruhê yekîtiya netewî ya kurdan bûna wê Kobanî bi ser neketana. Tan, bi lêv kir ku divê kurd ji bo Efrînê yekîtiya netewî pêk bînin û got: “Niha ya ji me tê xwestin ev e. Eger her kurdek bi awayekî deng derxîne em ê bi ser bikevin. Îro ya ji me tê xwestin yekîtiya netewî ye. Ji bo vê divê em demildest yekîtiya netewî pêk bînin.”    ‘JI BO EFRÎNÊ YEKÎTÎ’    Tan, cîvîna ku Platforma Helwesta Netewî ya Ji Bo Efrînê li Hollandayê çê kir û 12 madeyên helwestî hatin daxuyandin jî bi bîr xist û got: “Gelek saziyên kurd di nav vê yekê de cih girtin. Bangawaziyên wan girîng bûn. Lê divê ji wê wirdetir tiştek çê bibe. Divê demildest vîna yekîtiya netewî ya kurd derkeve holê. Ev yekîtî tenê ne ji bo Efrînê, ji bo Kerkûkê, ji bo Tûzxûrmatoyê û ji bo hemû Kurdistanê ye. Lê belê rewşa herî lezgîn a Efrînê ye. Ji ber vê divê hemû kurd demildest bi keys û derfetên xwe bibin yek û êrîşên li ser Efrînê rawestînin.”    MA / Sadiye Eser