Dayikên Aştiyê: Ji bo Efrînê em ber bi qadên Newrozê ve biherikin 2018-03-18 08:53:55 STENBOL – Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, bîranên xwe yên Newrozên ji salên 90’î û heta niha vegotin. Dayikên Aştiyê got: “Ji bo Efrînê em ber bi qadên Newrozê ve biherikin.”  Tenê çend roj ji 21’ê Adarê Cejna Newrozê re man. Endamên Dayikên Aştiyê ya Stenbolê destnîşan kirin ku ew ê ji bo Efrînê li qadên Newrozê bin. Dayika aştiyê Sakîne Guven ku ji sala 1991’ê ve tev li pîrozbahiyên Newrozê dibe got: “Di sala 1991’ê zehmet bûna jî gel diçû. Her çend zor bû jî, heyecaneke mezin hebû û me wesayît tije dikirin û em diçûn qadên Newrozê. Her çend Newroz qedexe bûna jî em diçûn. Polîsan bi awayekî tund mudaxile dikir. Heta gelek caran me xwe di ser dîwarên goristanên Topkapiyê re davêt. Carekê dayikeke extiyar li cem min bû. Li cem goristanê polîsan mudaxileyî me kir. Polîsan bi guhê wê dayikê girt û kişandin. Zêde kişandin. Ji ber wê paşê dayik ker bû. Lê belê tevî hemû îşkenceyan jî gel qad nediterikandin. Her sal tevî hemû mudaxileyan jî me berê xwe dida qadên Newrozê.”    Guven bang li hemû derdorên aştîxwaz kir û got: “Eger aştiyê dixwazin, divê li hemberî van çewisandinan berê xwe bidin qada Newrozê û doza aştiyê bikin. Bila werin em li qadên Newrozê dest bidin destê hev û ji şer re bêjin na. Divê ji bo azadiya Efrînê gel berê xwe bide qadên Newrozê.”    ‘EM BIBIN DENGÊ EFRÎNÊ’    Dayika Aştiyê Rabîa Aslan ku ji ber çewisandinên dewletê di sala 1988’an de koçî Edeneyê kirin û paşê koçî stenbolê kirin got: “Di sala 1990’î de li Edeneyê tev li pîrozbahiya Newrozê bûm. Coşeke mezin hebû. Coşeke mezin hebû. Wê demê destûr dabûn, lê belê gel bi coşeke mezin pêşwaziya biharê kiribû. Piştî daxwazên xwe yên ji bo azadiyê anîn ziman polîsan mudaxile kir. Wê çaxê gelek kes birîndar bûn. Lê belê gel heman coşê dîsa tev li pîrozbahiya sala çûyîn bû.” Aslan bang li herkesî kir û got: “Ji bo dengê ji bo aştiyê yên kurdan bigihê cîhanê, divê herkes tev li pîrozbahiya Newrozê bibe. Em di Newrozê de bibin dengê Efrînê. Em dibêjin êdî bes e, bila êdî xwîn neherike. Em naxwazin li Efrînê zarokên me bimirin. Ev cîhan ya herkesî ye. Yên li Efrîn û Rojavayê xizmên me ne. Li hemberî xizmên me şer nekin. Divê êdî dayikên leşker û polîsan jî ji vî şerî re bêjin na.”      Dayika Aştiyê Naciye Şahîn ku di sala 1992’yan de tevî zarokên xwe koçî Stenbolê kir got: “Wan salan xwazî bila destûr bidanan, xwazî bila nedanan me kincên xwe li xwe dikir û berê xwe dida qada Newrozê. Eger em neçûnan, em heta Newroza din li ber diketin. Ji ber vê Newroz ne roja rûniştina li malê ye. Roja daketina qadan e. Di Newrozê de gel doza mafên xwe dikin. Ji ber vê divê îsal jî tu kes li malê rûnenê, biherike qada Newrozê. Divê em îsal ji her salî bêtir qadên Newrozê tije bikin. Çimkî êrîş li Efrînê tên kirin. Ji bo em Efrînê em biherikên qadên Newrozê. Dilê me li Efrînê ye. Eger dayikên li Efrînê bibînin ku em daketina qadên Newrozê wê moralê wan baş bibe. Em şerê li Efrînê jî şermezar dikin.”    Dayika Aştiyê Bedîa Gokguz ku ji ber polîtîkayên çewisandinê yên dewletê di sala 1986’an de tevî malbata xwe koçî Stenbolê kir, anî ziman ku cara ewil ew di sala 1991’ê de tev li pîrozbahiya Newrozê bûye. Gokguz got: “Wê çaxê me li eywana sporê kiribû. Me di sala 1992’yan de jî li qadê kiribû. Wê çaxê êrîşî me kirin. Hevjînê min Bûrhan birîndar bû û hat binçavkirin. Paşê hat girtin û 3 mehan di girtîgehê de ma. Newroz ji bo me serîrekirina li hemberî zilma ku li dijî kurdan pêk tê. Çimkî dema ewil em hatibûn vir ji me re digotin ‘kurdên pîs î heram’. Gelek caran em nikaribûn bi tena serê xwe derkevin derve. Lê di Newrozan de hemû kurd dibûn yek û digotin ‘em hene’. Ji ber vê coş û heyecaneke mezin hebû. Em îsal jî hemû kesî bi ruhê Efrînê vedixwînin qadên Newrozê. Çimkî ji bo Efrînê Newroza îsal pir girîng e.”    ‘DIVÊ HERKES BI RUHÊ BERXWEDANA EFRÎNÊ TEV LI NEWROZÊ BIBE’    Dayika Aştiyê Ezîne Dal jî ji ber sedemên aborî di sala 2007’an de tevî malbata xwe koçî Stenbolê kir got: “Heta 37 sal berê jî me nizanibû Newroz çî ye. Lê me di 21’ê Adarê de digot ‘Bedî’ heye. Me ji zarokan re digot pûş û pelaxan kom bikin û agir pêxin. Paşê latîk hatin şewitandin. Dû re Newroz hat pîrozkirin û me wateya wê rojê fêm kir. Me li qadên Newrozê Newroz pîroz kir. Êdî herkes bi kincên xwe yên gelêrî berê xwe dida qadên Newrozê.” Dal destnîşan kir ku divê herkes bi ruhê berxwedana Efrînê tev li Newrozê bibe û got: “Wê Newroza îsal aştiyê pêk bîne û şerê li Efrînê rawestîne.” Dal diyar kir ku li Efrînê zarok tên qetilkirin û got: “Li wir xwîn wekî avê diherike. Li Efrînê tekane armanca wan qetilkirina kurda ye. Ji kurdan re dibêjin ‘An hûn ê bibin kole an jî hûn ê bimirin.’ Lê êdî kurd koletiyê qebûl nakin û li ber xwe didin. Bila herkes baş bizanibe. Îro bi milyonan kurd hene û naqedin.”    MA / Sadiye Eser