Roboskiyan: Em bi Newrozên girseyî tirsê bişkînin 2018-03-18 08:50:30 ŞIRNEX - Malbatên Roboskiyan banga tevlîbûna Newrozê kirin û gotin: “Werin em bi Newrozên girseyî hewaya tirsê, êrîşên heyî, bêhiqûqiyê û bêedaletiyê ji holê rabikin.”  Malbatên gundê Roboskê yê navçeya Qilabana Şirnexê ku di 28’ê Kanûna 2011’an de 19 jê zarok 34 xizmên xwe di bombebaran balafirên şer ên TSK’ê de winda kirin, bang tevlîbûna Newrozê li raya giştî kirin. Malbatan, diyar kirin ku berî komkujiyê her  roj ji bo wan Newroz bû û wiha gotin: “Ger em bi girseyî beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin, emê vê hewaya tirsê ji  holê rakin.”   ‘DIVÊ EM BÊJIN ÊDÎ BESE’   Kadriye Encu ya  kurê xwe Hamza di komkujiyê de winda kir, hêvî kir ku  Newroza mizgîniya biharê dide, bibe wesileya aştiyê  û wiha axivî: “Emê bi beşdarbûna  Newrozê, daxwazên xwe yên edalet û hiqûqê bînin ziman. Ez bang dikim ku hemû dayîk daxwazên xwe bînin ziman. Beşdarbûna Newroza 2018’an girînge. Divê xwîna tê rijandin raweste. Gelên kurd, tirk û Erep ên bira li ser heman erdnîgariyê dijîn. Divê hemû  gel mîna me bêjin ‘êdî bese.’”    ‘BERÎ KOMKUJIYÊ HER ROJ NEWROZ BÛ’   Hîkmet Alma ya birayê xwe Nadir di komkujiyê de winda kir jî, da zanîn ku di vê Newrozê de daxwazên Roboskiyên netin û wiha bilêv kir: “Baweriya min heyr ku gelê kurd bi tekoşîna xwe yekîtiya netewa gelê kurd ava bikin. Encex bi têkoşînê edalet were cih. Rayedarên dewletê sozên dan me, yek jî bi cih ne anîn. Berî komkujiyê her roj ji bo me Newrozê bû. Lê piştî komkujiyê jî em hatin gel hev û me agirê Newrozê pêxist. Emê tu carî dest ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedin.”   ‘PÎROZBAHIYÊN GIRSEYÎ DÊ BÊ EDALETIYÊ BIŞKÎNE’    Velî Encu tyê birayê xwe Serhat di komkujiyê de winda kir jî, destnîşan kir ku ev du salin li ser gelê kurd êrîşên dijwar hene û wiha axivî: “Tim hewayê tirsê tê avakirin. Bi îlankirina OHAL’ê re ev 2 salan kli ser gel êrîşên dijwar hene. Ger em bi girseyî beşdarî Newroza 2018’an bibin, em ê vê tirsê, êrîşên heyî, bêedaletiyê û bêhiqûqiyê ji holê rabikin. Divê li qadên Newrozê em peyama ‘vaye em li ser piyane’ pir baş bidin. Ji ber vê yekê divê em bi girseyî beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin.”