‘Newroz jiyan e, em tev li Newrozê bibin’ 2018-03-18 08:49:11 WAN – Dayika Zekî Erînç, Garîp Erînç ê di êrîşên li dijî Newroza 2008’an a Wanê de bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da wiha got: “Newroz jiyana kurdan e, teqez divê tevahiya gelê me beşdarî Newrozê bibin.”  Zekî Erînç di mudaxeleya li dijî Newroza 2008’an a Wanê de bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da. Dayika Erînç, Garîp Erînç (65) ji sala 2008’an ve her sal tev li pîrozbahiya Newrozê dibe û diyar kir ku ji bo daxwaza aştiyê hemû kes li qadên Newrozê amade be.    ‘NEWROZ JIYANA KURDAN E’    Erînç anî ziman ku Newroz jiyana gelê kurd e û wiha got: “Bi tundî êrîşî pîrozbahiyê kirin. Kurê min û welatiyek din hatin qetilkirin. Kurê min tenê dixwest Newrozê pîroz bike. Kurê min ne ji bo şer çûbû Newrozê. Ji bo cejna xwe ya Newrozê pîroz bike çûbû. Lê di cejnê de wî qetil kirin.”    ‘DEMA DAYIKAN DIPARAST HAT KUŞTIN’    Erînç da zanîn ku dema kurê wê dixwest wan dayik û jinên îşkence li wan dihat kirin biparêzer hat kuştin û got: “Kurê min nêzî dikana xwe hat qetilkirin. Dema wan dayikan diparast bi zanebûn hat kuştin. Piştî kuştina kurê min me doz vekir û hêj doz dewam dike. 8 zarokên min hebûn û yê kurik tenê ew bû. Piştî kuştina wî me gelek tengezarî û êş kişand. Dema ew hebû, debara malbatê li ser pişta wî bû. Piştî wî kuştin em bi tenê man.”    ‘ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê BIÇIN NEWROZÊ’    Erînç destnîşan kir ku 6 zarokên kurê wê hebûn û wiha domand: “5 zarokên wî hebûn. Piştî wî qetil kirin, xwedê zarokek din jî da hevjîna wî. Kurê min welatparêzek û mirovek baş bû. Em aştî û azadiyê dixwazin. Em her tim li pey doza xwe ne û naxwazin tu kes bê kuştin. Piştî kuştina lawê min her sal me di refên pêş yên newrozê de cih girt. Newroz cejna gelê me ye. Divê gelê me hemû fedakariyê deyne holê û biherike qadên Newrozê. Em daxwaz dikin ku her kes xwedî li doza xwe derbikeve. Kî ji me bê kuştin jî em ê Newrozê pîroz bikin. Newroz ji bo me têkoşîna rizgariya jiyanê ye. Çi dibe bila bibe em ê biçin qadê û aştiyê daxwaz bikin.”    ‘BILA HER KES TEV LI NEROZÊ BIBE’    Erînç da zanîn ku ew ê îsal jî tev li pîrozbahiya Newrozê bibe û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Kurê min di oxira pîrozbahiya Newrozê de jiyana xwe ji dest da. Em ê jî li ser doza wî biçin Newrozê. Bila kes xwe nede paş û bila her kes biçe Newrozê. Wê rojê divê teqez gelê me beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibe.”