3 girtiyên li Karamanê 6 rojin di greva birçîbûnê de ne 2018-03-18 08:47:33 EDENE - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Karamanê ji ber pêkanîna hejmara li ser piyan dayîn qebûl nekirin, gardiyenan ew derp kirin. 3 girtiyên kirin hucreyan 6 rojin di greva birçîbûnê dene.  Li Girtîgeha Tîpa M a Karamanê, Nezîr Dayan, Alî Aydin, Abdullah Guven, Mehmet Saît Alptekîn, Mahsum Akdemîr, Omer Aydin, Mahmut Ekîcî, Bulent Kaçan, Ozgur Ceylan û Haci Mehmet Bozdag ên di 13’ê Adarê de pêkanîna hejmara li ser piyan dayîn qebûl nekirin, rastî êrîşa gardiyenan hatin. Girtî Abdullah Guven, Alî Aydin û Mehmet Saît Alptekîn di hucreyan de tên girtin û ji bo şermezar kirina êrîşên li ser wan 6 rojin dest bi greva bîrçûnê kirine. Girtiyên hatin derpkirin, ji ber ku dest bi greva birçîbûnê kirin, pêdiviyên wan nayên pêşwazî kirin.    ‘CANÊ GIRTIYAN REŞ Û ŞÎN DIKIN’   Dayîka Alî Aydin ê di hucreyê de dest bi greva birçîbûnê kir Emîne Aydin, diyar kir ku di 16’ê Adarê de bi telefonê hevdîtin gel kurê xwe kir û wiha axivî: “Hevdîtina me ya telefonê zû qediya. Çawan ku kurê min behsa êrîşên li ser xwe kirin, dengên qîrîniyan bilind bû û telefon qût bû. Tenê çend deqan min karê bi kurê xwe re biaxivim. Li gorî ji min re gotî ev 10 rojin dinavbera girtî û rayedarên girtîgehê de rageşî hene. Di 13’ê Adarê de gardiyenan pêkanîna hejmara li ser piyan dayîn ferzî girtiyan kirine. Girtiyan ev pêkanîn qebûl nekirine. Li ser vê yekê gardiyenan girtî derbasî odeyeke bê kamera kirine û girtî derp kirine. Di odeyê de nêzî 35 û 40 gardiyenan û midûrê girtîgehê li girtiyan îşkence kirine. Ji ber îşkenceyê canê girtiyan reş û şîn dibe.”   ‘AVÊ JÎ NADIN GIRTIYAN’   Dayîk Emîne Aydin, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Gardiyan piştî kurê min û girtiyên din  derp dike, kurê min û du girtiyên din dixin hucreyê. Gardiyan di hucreyê de jî kurê min û hevalên wî derp dikin. Ji ber vê yekê kurê min û her du hevalên wî di hucreyê de dest bi greva birçîbûnê dikin. Kurê min  got ‘Heya di girtîgehê de pêkanîn bi dawî nebin ez dest ji greva xwe ya birçîbûnê bernadim.’ Rayedarên girtîgehê avê jî nadin wan. Ji xwe gava kurê min di telefonê de ev yek ji min re digotin gardiyenan bi ser wî de qîr kirin û telefon qût kirin.”    Aydin, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî telefon qût bû û şûn min serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê da. Derbarê ewlekariya jiyana kurê xwe de bi fikarim. Demildest divê rayedarên berpirs biçin girtîgehê, bûyerên heyî lêkolîn bikin û bi raya giştî re parve bikin.”