Navê 132 endamên OSO yên di şerê Efrînê de hatin kuştin hatin belavkirin 2018-03-17 20:15:28 NAVENDA NÛÇEYAN – Navên 132 endamên OSO yên di şerê Efrînê de hatin kuştin bi belgeyekê hatin belavkirin.  Şerê ku Tirkiye li ser Efrînê dimeşîne 57 rojin berdewam dike. Di 3 rojên dawî de TSK û OSO navenda Efrînê bombe dike. Heta niha zêdetirî 50 welatiyên sivîl li navenda Efrînê di topbaranê de hatin kuştin. Îro Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) lîsteya 132 endamên OSO yên di şerê Efrînê de hatin kuştin belav kir. Kesên ku di şerê Efrînê de hatin kuştin lîsteya navê wan di belgeyê de hat parvekirin. ANHA wêneyê belgeyên wan kişand û parvekirin.