Pîroglu: Tengê TV10 nayê qutkirin 2018-03-17 16:47:19 STENBOL - Xebatkarên TV10'ê di hefteya 76’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk (DP) Musa Piroglu, diyar kir ku bi girtina TV10’ê xwestin bertekên elewiyan li hemberî zilm û zorê asteng bikin.  Xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat li Qada Galatasarayê di hefteya 76’an de kom bûn û çalakiya xwe berdewam bikin. Di çalakiyê de Serokê Partiya Şoreşger (DP) Musa Piroglu, Nûnerên Komeleya Derdora Munzur, Dayikên Şemiyê û nûnerên saziyên elewiyan amade bûn. Di çalakiyê de pankarta “Dengê Elewiyan TV10 nayê bêdengkirin" vekirin û bê navber dirûşmeyên "Dengê elewiyan nayê qut kirin berz kirin."    Piroglu, diyar kir ku bi OHAL'ê mamoste ji kar avêtin, grev qedexe kirin, êrîşen li ser zarokan veşartin, bi girtina TV10'ê  xwestin elewî zilma tê kirin nebihîzin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.