Yên li Halepçe hatin qetilkirin bibîr anîn 2018-03-17 16:45:57 MÊRSÎN – Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan, li Mêrsînê, komkujiya Helepçe şermezar kir û bi hezaran kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn.  Li Helepçeyê li ser fermana Serokê Dewleta Iraqê Saddam Huseyîn di 16’ê Adara 1988’an de bi hezaran welatiyên kurd bi çekên kîmyewî hatibûn kuştin. Meclîsa Bajêr a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Mêrsînê komkujî şermezar kir û bi hezaran kurdin di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bernameyek bibîr anîn. Bername li avahiya HDP’a Mêrsînê hat lidarxistin.  Gelek kes beşdarî bîranînê bûn û ji bo yên jiyana xwe ji dest dan rêz girtin. Sînevziyona behsa komkujiya dikir hat pêşandan û beşdarvanan xemgîn kir.    Piştî pêşandanê Berdevkê Meclîsa Bajêr a HDK’a Mêrsînê Hasan Kapikiran axivî û got: “Komkujiya duh li Helepçeyê pêk îro li Efrînê dewam dike. Em van komkujiyan şermezar dikin.” Kapikiran got ku ew di arîfeya Newrozê de ne û li dijî komkujiya ji bo aştiyê banga beşdariya Newrozê kir.    Bîranîn bi guhdarkirina stran û helbestan xelas bû.