Amadekariyên Newroza Wanê bi coş dewam dikin 2018-03-17 13:58:04 WAN – Li Wanê amadekariyên pîrozbahiyên Newrozê ya dê di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin dewam dikin. Bi sedan kes tax bi tax û mal bi mal digerin û gel vedixwînin Newrozê.  Li Wanê dê di 21’ê Adarê de li ber Keleha Wanê bi şîara “Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e” bê pîrozkirin. Amadekariyên pîrozbahiyê dewam dikin. Xebatên amadekariya Newrozê li tevahiya Wan û navçeyên wê dewam dike û bi sedan kes beşdarî vê xebatê dibe. Di ziyaretên bazaran, malan û kargehan de der barê pêvajoyê de gel tê agahdarkirin û vedixwînin Newrozê. Li bajêr ji 100 hezarî zêdetir belavok hatin belavkirin û bi hezaran kes re civînan li dar xistin. Amadekarî bi rihê seferberiyê tên kirin û gel eleqeyek mezin nîşanî amadekariyên Newrozê dide.    JI HEFT SALÎ HETA HEFTÊ SALIYA DÊ BEŞDAR BIBIN    Serê sibê zû rêveberên KCD, HDP, DBP û aktîvîstên TJA’yê li Bazara Vekirî ya Otomobîlan belavok belav kirin. Esnaf û gel diyar kirin ku ew ê ji heft salî heta heftê saliyan beşdarî Newrozê bibin.    LI HEMÛ NAVÇEYAN XEBAT TÊ KIRIN    Di serî de li navçeyên Artemêtan, Rêya Armûşê û Tuşbayê li tevahiya navçeyên din ên Wanê xebat dewam dikin û xebatên teknîkî yên Newrozê jî ber bi dawiyê ve tên. Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê li qada Newrozê lêkolîn pêk anîn û amadekariyên dawî yên dike û xemilandina qadê dikin. Endamên KCD’ê jî saziyên civakî yên sivîl ziyaret kirin û nûneran vedixwînin Newrozê.    Hat zanîn ku dê roja Newrozê nêzî hezar peywîrdar li qadê bixebitin.