Li Riha gel vexwendin berxwedana Newrozê 2018-03-17 13:06:36 RIHA - Komîteya Amadekar a Newroza Rihayê, civîna çapemeniyê pêk anî û gel vexwend Newroza 21’ê Adarê roja Çarşemê. Komîteya Amadekar a Newroza Rihayê, li avahiya  HDP’ê  ya Rihayê civîna çapemeniyê pêk anî û gelê Rihayê vexwend Newroza  21’ê Adarê roja Çarşemê.  Rêveber û endamên HDP û DBP’ê beşdarî civînê bûn. Endama Komîteya Amadekar Hîdayet Enmek, di civînê de axivî û wiha got: “Me hemû serlêdanên xwe yên fermî kirin.  Em ê Newroza xwe  li Qada Mîtîngê (ŞUTÎM yani) a Paşabagi saet 10.00’an de pêk bînin. Dê parlamenterên HDP’ê Celal Dogan, Dîlek Ocalan û Huda Kaya beşdarî pîrozbahiyên Newrozê  bibin.    Piştî civînê, beşdarvanan guvenda destpêkê ya Newrozê gerandin.