Ehmed: Ji bo Efrînê hin pêdivî bi çalakiyên mezin hene 2018-03-17 12:58:39 NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed diyar kir ku li dijî Efrînê lihevkirinek giştî pêk hatiye û ji bo konsepta li ser Efrînê hatiye destpêkirin bê şikandin hin pêdivî bi çalakiyan mezintirîn heye û tişta li Efrînê pêk tê şerma raya giştî ya cîhanê û hêzên navnetewî ye.  Êrîşen Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li dijî Efrînê di roja 57’an didome û li Efrînê gelê sivîl bi komkujiyan re rû bi rû maye. Li gel hemû çalakî û hevdîtinên û bangên rayedarên kurdan û gelê kurd jî tevahiya hêzên nav netewî û raya giştî ya cîhanê li dijî êrîşan bêdengiya xwe diparêz e.    Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed beşdarî bernameya nûçeyên Stêrk TV bû û bêdengiya hêzên navnetewî û cîhanê nirxand.    Îlham Ehmed, detnîşan kir ku hêzên navdewletî di civînên Socî de li ser Efrînê peyman çêkirin û li ser Efrînê li hev kirin. Ehmet, da zanîn ku ji ber vê peymana ku di nava xwe de li hev kirin kurd tev li vê civînê nekirin û îro bêdengiya hêzên navdewletî ya li hemberî êrîşên li ser Efrînê jî ji ber vê yekê ye.  Ehmed destnîşan kir ku pêvajoya li Efrînê diqewime ne ku heya kesî û cîhanê jê tune, berevajî vê heya her kesî jê heye û got: “Hêzên ku dixwazin pirsgirêka li Suriyeyê çareser bikin, lê dixwazin berevajî vê di şexsê Efrînê de herêmê parçe bikin. Bêdengiyek mezin li dijî rewşa Efrînê heye. Lihevkirinek giştî ya li ser Efrîn û Sûriyeyê heye. Gelek caran ji Neteweyên Yekbûyî hat xwestin li hember dagirkerinê bêdeng nemînin û bikevin tevgerê. Lê NY û hêzên din neketin nav hewldanan. Armanca wan ew bû gelê sivîl bikişînin cihekî aram û komkujiyan li bajêr bikin û bajêr serûbin bikin. Dixwazin li gorî dilê xwe li hev parî bikin.”   ‘DAGIRKIRINA EFRÎNÊ DAGIRKIRINA KURDISTANÊ YE’     Ehmed da zanîn ku koçberkirbûna gel a ji warên wan rûreşiyek mezin a cîhanê ye û got: “Hemû hêzên navnetewî bi Tirkiyeyê re li dijî Efrînê konseptek ava kirine. Ji bo em vê konseptê bişkênin divê ku helwesta gelê kurd hin bilindtir bibe. Hêj bi hezaran gelê me, bi komkujiyê re rû bi rû ye. Divê li dijî komkujiyan raperîn pêk bên. Ji bo em lihevkirina li ser Efrînê bişkênin, divê çar parçeyên Kurdistanê xwe bike yek û rabe ser piyan. Heke ev pêk neyê, dagirkirina li dijî Efrînê dagirkirina li dijî tevahiya Kurdistanê ye. Heta ev konsept bê şikandin, divê berxwedana gel dewam bike.”    Ehmed anî ziman ku ji bo êrîşên li ser Efrînê û herêmên din rawestin hewldanên wan dewam dikin û wiha axivî: “Tenê divê ne MSD  helwestê deyne. Hewldanên me yên ji bo êrîş bên şikandin dewam in. Heke ku asta berxwedan û serî rakirinê negihîje heta hevdîtinên dîplomatîk, dê bêdengiya cîhanê û hêzên navnetewî dewam bike.”    Ehmed ji bo gelê Efrînê carek din vegere ser ax, mal û milkên xwe divê dîmenên êrîşên îşkence û hovîtiya li ser Efrînê tê kirin li her deverê cîhanê bê pêşandan û şerma bêdengiya cîhanê bê vegotin.