Amediyan guh neda seferberya hatina Erdogan 2018-03-17 12:36:44 AMED - Beriya hatina Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, ji hemû karmend û saziyên fermî yên dewletê re peyam hat şandin ku her kes mecbûrî tev li pêşwazikirina Erdogan û kongreya AKP'ê bibin. Lê tevî hemû hewldanên seferberiyê gelê Amedê guh neda seferberiyê û eleqe nîşan nedan. Ji gelek bajarên derdorê bi maşîneyan karmend anîn Amedê. Hat diyar kirin ku Alîkariya Civakî soz daye ku pere bide kesên beşdar bibin.  Beriya Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan bê Amedê û tev li 6'emîn Kongreya AKP'ê ya Amedê bibe, li hemû bajar seferberî îlan kir ku hemû karmend û xwendekar tev li pêşwazîkirina Erdogan bibin. Lê tevî her tiştî gelê Amedê eleqe nîşanî Erdogan nedan. Walîtîya Amedê, Midûriyeta Polîsan, Qeyûm, ji bo hatina Erdogan ketin nava seferberiyê. Beriya hatina Erdogan li nava bajar hat dîtin ku kesî guh neda hatina Erdogan û eleqe nîşan nedan. Li rêgehên ku Erdogan têde derbas bibe, bi flamayên AKP'ê tije kirin. Dîsa alên Tirkiye vekirin. Li ser pira û rêgeşan alên tirk û posterên Erdogan rakirin. Li Salona Sporê ya Seyrantepe ku tevlêbûna karmendan mecbûrî hatibû kirin, hat dîtin ku kesên li wer wêne kişandin. Wêneyên zabitayên şaredariyê bi zorê hatin kişandin. Duh jî ji gelek endam û nûnerên saziyên fermî re peyam hat şandin û li karmendan hat ferzkirin ku mecbûrî tev li kongre bibin û mecbûr li kongreyê wêneyên xwe bikişînin û ji rayedaran re bişînin.    OTOBUS JI BO KONGREYÊ XEBITÎN   Hat dîtin ku Qeyûmê otobusên şaredariyê ji xizmeta gel girt û xistin xismeta Erdogan. Otobusên şaredariyê ji bo karmendan bibin Salona Sporê seferên taxan belat kirin û xizmetê dikin. Ji ber ku seferê otobusan ên tax û navçeyan betal bûn, gelek welatî mexdûr bûn. Welatiyên ku otobusên taxên wan hatin belatkirin bertekên xwe anîn ziman.    JI GELEK BAJARÊN DERDORÊ BI MAŞÎNEYAN KIŞANDIN   Hemû xwendekarên zanîngehê, personelên nexweşxaneyan û personelên Vakfa Piştevanî û Alîkariya Civakî, karkerên qeyûmê tevlêbûna wan wekî mecbûrî hat ferzkirin. Dîsa ji gelek bajar û navçeyên din bi maşîneyan karmend anîn Salona Sporê. Ji hemû navçeyên Amedê, Riha, Mêrdîn, Çewlik, Xerpêt, Mûşê maşîne xiztin xizmeta karmendan û bi maşîneyên taybet karmend şandin Amedê. Ji hemû karmendan re peyam hat şandin û hat gotin ku Şemiyê saet di 09.00-11.00'an de tev li bernameyê bibin. Li hemû kolanên ku Erdogan lê derbas bibe polîsan tedbîrên pir zêde girtin. Bê navber helîkopter li ser Amedê difire. Hemû rêyên Erdogan lê derbas bibe li trafîkê hat girtin.