Êrîşa li dijî pîrozbahiya Newrozê, bajêr rakir serhildanê 2018-03-17 12:05:37 WAN – Yek ji dîmên êrîşa li dijî pîrozbahiya Newrozê jî ya Newroza 2008’an a Wanê ye. Polîsan bi çavsorî êrîşî pîrozbahiyê kir û bi copan û daran êrîş birin ser jinên kincên gelêrî yên rengîn li xwe kiribûn. Îşkenceya li dijî beşdarvanên Newrozê tevahiya bajêr rakir serhildanê. Serokê rêxistina DTP’ê yê wê demê Abdurrahman Dogar behsa wê Newrozê kir.  Newroz di dîroka gelê kurd de cihekî girîng digire û dema behsa Newrozê tê kirin berxwedan tê bîra gelê kurd. Her çiqas di salên 1990’an de Newroz qedexe kirin û komkujî li ser gelê kurd pêk anîn jî, lê ji wan salan ve heta roja me ya îro girseyên Newrozê gihîşt milyonan.    Niha jî em ê behsa dîmenek berxwedana Newrozê bikin. Ev dîmen ê pîrozbahiya Newroza 2008’an a Newroza Wanê ye. Di Newroza 2008’an de bi hezaran kes li nokteyên cuda ên Wanê kom bûn ku biçin cihê pîrozbahiya Newrozê. Lê bi sedan polîs li navenda sûkê ango li ber avahiya DTP'ê bi çavsorî êrîşî pîrozbahiya Newrozê kir û jin jî di nav de bi sedan kes li ser hev kom kir û bi copan, bombeyên gazê û daran tundiyê li ser wan pêk anî. Di êrîşan de Ramazan Dag û Zekî Erînç jî jiyana xwe ji dest dan. Ew dîmen di bîra gel de cih girtine û ji bîra kesî neçûne.    LI DIJÎ BIRYARA WALÎ RESTA DTP’Ê   Dê Newroz bi pêşengiya rêxistina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) a wê demê de bihata pîrozkirin. Lê ji ber ku Newroz di 21’ê adarê de nehat pîrozkirin Walîtiya Wanê qedexe kiribû.    Li gel vê biryarê jî û hemû hevdîtinên hatin kirin jî negihîşt encamê. Rêvebera DTP’ê jî biryar girt ku dê di 22’ê adarê de li Kolana Cumhuriyetê Newroz pîroz bike.    HEMÛ BAJÊR VEGUHERÎ QADA AGIRÊ NEWROZÊ    Serê sibeha 22’ê adarê ji hemû taxên bajêr jin, ciwan, kal û pîr bi hezaran kes ber bi Kolana Cumhuriyetê ve dest bi meşe kir. Her ku çû girseya gel gihîşt deh hezaran. Walîtî û Miduriyeta Polîsan bi rêveberiya DTP’ê re hevdîtin kir û xwest girse belav bibe. Di kêliya li avahiya Walîtiyê de hevdîtin dewam dikir, polîsan êrîşî ser girseya li ber avahiya DTP’ê kom bûbû kir. Li ser vê yekê heyeta DTP’ê dawî li hevdîtinê anî û hat ber avahiya partiya xwe. Rêveberiya DTP’ê li vir peyama “Her kolanê Wanê qada Newrozê ye” da û bi vê peyamê re agir hat vêxistin û dest bi gerandina govendê kirin. Li ser vê yekê, polîsan cara duyem êrîşî girseyê kir.    ÎŞKENCEYÊ GEL RAKIR SERHILDANÊ    Di vê êrîşa duyemîn de bi dehan polîsa bi cop û daran êrîş bir ser jinên li hev kom bûbûn. Polîsan bi saetan îşkence li jinan û gel kirin.    Vê îşkenceya li jinan hat kirin tevahiya bajêr rakir serhildanê. Li ser agahî bihîstina îşkence û êrîşan, hemû kolanên bajêr veguherin agirê Newrozê. Di êrîşa li ber avahiya DTP’ê de welatiyê bi navê Zekî Erînç jiyana xwe ji dest da û 130 welatî birîndar bûn. Ji birîndaran Ramazan Dag jî hefteyek şûn ve li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    50 HEZAR KES BEŞDARÎ MERASÎMA CENAZE BÛN    Xwepêşandana Newrozê di 22 û 23’ê adarê de dewam kir. Di 24’ê adarê de 50 hezar kesî beşdarî merasîma cenazeyê Zekî Erînç bû. Piştî merasîmê bi deh hezaran ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kir. Bi êrîşa polîsan re carek din bajêr veguherî qada xwepêşandanan. Tevahiya rojê pevçûnan dewam kir û bi dehan welatî birîndar bûn.   'ME ÇIKIR JÎ WALÎ DESTÛR NEDA’    Serokê DTP’a Wanê yê wê demê Abdurrahman Dogar behsa wê Newrozê kir. Dogar bibîr xist ku heta 2008’an destûr dan hemû pîrozbahiyên Newrozê û wê salê ji ber ku di 21’ê Adarê de dê bihata pîrozkirin walîtiyê destûr neda û li gel hemû hewldanên wan jî Newroz qedexe kirin.    'BI DEH HEZARAN KES BER BI QADÊ VE DIMEŞIYA’    Dogar wiha behsa pîrozbahiyê wê Newrozê kir: “Çi dibû bila bibûya me ye wê rojê Newrozê pîroz bikira. Li gel Newroz qedexe kirin jî bi deh hezaran welatî ber bi avahiya partiya me ve dest meşe kir. Em bûn şahidê wê meşe. Beriya pîrozbahiyê bi deh hezaran welatî li hev kom bûn. Ji bo tu rageşî dernekeve û newroz bi aramî bê pîrozkirin, bi emniyet û walî re hevdîtin kir. Me got em ê li ber avahiya partiya xwe agir vêxin û newrozê pîroz bikin. Lê destûr nedan. Midûrê Polîsan ê wê demê got ‘Heke hûn agir vêxin, slogan û gotinek berz bikin, em ê mudaxeleyî we bikin.’ Dema van hevdîtinên me dewam dikirin, polîsan mudaxeleyî girseyê kir. Mudaxeleyek giran kirin. Bi awayekî dij mirovane êrîş birin ser jina û girseyê. Bêmerhamet êrîşî jinan kirin. Bi deqîqeyan jin di bin îşkenceya polîsan de man. Bi kurtasî mirov dikare bêje îşkenceya komî li ser jinan û gel kirin.”    ‘LI SER HILBIJARTINÊ HESABI KIRIBÛN’    Dogar got ku ew bixwe jî ji ber xwepêşandanan  de di nav gelek kesan de hat binçavkirin û girtin û demek di girtîgehê de ma. Dogar anî ziman ku wê demê şaredariya AKP’ê têkçû bû, hemû bajêr xistibû nava çirava deynan û wiha got: “AKP’iyan digot ‘Heke em destûrê nedin Newrozê, dê gel bertek nîşan bide û dê camên hemû dikanan û şaredariyê bên şikandin. Em ê jî ji berteka vê xesarê hilbijartinê qezenc bikin.’ AKP’iyan hûnandinek wiha ji xwe re çêkiribûn û wiha nêzî Newrozê dibûn. Êrîşa û qedexekirina li dijî Newrozê li ser hesabên hilbijartinê hatibûn kirin. Lê me wê hesabê wan vala derxist. Gelê me wê hesaba wan wisa vala derxist, êdî gotinên bigotina nema. Jixwe di hilbijartina 2009’an de jî rastî têkçûna dîrokî hatin.”    MA / Mujdat Can