Çenet: Emperyalîst Tirkiyeyê li dijî Rojava bikar tînin 2018-03-17 10:53:56 OSMANIYE – Ji avakarên THKP-C’ê Îbrahîm Çenet anî ziman ku ji bo jiyana azad û demokratîk a li Efrînê bê fetisandin dewletên emperyalîst Tirkiyeyê bikar tînin û got: “Azadkirina gelan ji ber ku li xweşa emperyalîstan naçe, bi hemû hêza xwe asteng dikin.”  Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO yên di bin baneyê Tirkiyeyê de li ser Efrînê di roja 57’emîn de dewam dikin. Di van êrîşên nêzî du mehan de ji ber bombebaranê gelek sivîl hatin kuştin û birîndar bûn. Endamê avakarê Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê ya Eniyê (THKPC) û ji nifşê 68’an Îbrahîm Çenet êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê nirxand û got: “Desthilatdarî bi şîara ‘Li welat şer û li cîhanê şer’ tevger dike. Hêzên emperyalîst ji bo jiyana azad û demokratîk a Rojava bifetisînin, Tirkiyeyê li Efrînê bikar tîne. Tirkiye bûye ‘koleyê Sûriyeyê’ ya emperyalîstan.”    ‘ERDOGAN NE HEVSEROKÊ BOP’Ê BÛ?’    Çenet destnîşan kir ku desthilatdarî li dijî hêzên emperyalîst ên welat dimêtin têkoşîn nake û bi mantiqê emperyalîst êrîşî Efrînê dike û wiha axivî: “Desthilatdarî li gorî rê û rêzaneya berjwendiya Amerîka de tevger dike. Belê îxtîdar dibêje ‘Em li dijî Amerîkayê ne’ lê rastiya vê gotinê nîne. Serokomar ma ne hevserokê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOP) a ku dê Rojhilata Navîn dagir bike bû? Çima em radibin û Sûriyeyê dagir dikin? Dagirkirina Efrînê ne mijara ji wir ‘terorîst’ tên an jî nayên. Heke ku mesele hatina ‘terorîstên’ ji Sûriyeyê be, lê wa ser sînorê Sûriyeyê bi mîtroyan dîwar bilind kirine. Yanî tişta dixwazim bêjim ev e, jixwe we tedbîrên xwe girtine û kes jî ji aliyê din ê sînor nayê aliyê Tirkiyeyê. Hemin tu ji kurdan re dibêjî ‘terorîst’, ka we kurdên li Tirkiyeyê xelas kir ku hûn mudaxeleyî Sûriyeyê bikin.”   ‘JI BELAVBÛNA JIYANA AZAD DITIRSIN’    Çenet da zanîn ku bi salan e DAIŞ’î ji aliyê desthilatdariyê ve hatin xwedî kirin û tu ferqa komên li Sûriyeyê yên mîna OSO, El Nusra, DAIŞ û yên din ji hev nîne. Çenet gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Sedema herî mezin a dagirkirina Sûriyeyê tirsa wan a dê ‘jiyana azad ku li wir ava kirin, dê belavî welatê me jî bibe’ ye. Îro emperyalîst û Tirkiye ditirsin. Dema gelên Sûriyê azad bibin, dê Lubnan û Iraq jî azad bibe. Her wiha dê hemû Rojhilata Navîn azad bibe. Azadbûna gelan li xweşa emperyalîstan naçe. Ji ber vê yekê jî bi hemû hêza xwe modela li wir asteng dikin. Bi dagirkirinê naxwazin ku jiyana wekhev a azad bê Tirkiyeyê.”