Li Dîlokê dê peyama berxwedanê bidin 2018-03-17 10:20:49 DÎLOK - Gelê Dîlokê xwe ji bo Newrozê ama de dike û dê  di Newrozê de peyama berxwedanê bide Efrînê.    Amadekariyên Newroz Dîlokê bi coşek mezin berdewam dike. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muslum Kilinç, diyar kir ku wan berî heftiyekê dest bi xebatên xwe kirin û wiha got: “Bi sedan kesî re me xebatên xwe yên taxan bi rêve birin. Di vê Newrozê de dê gel çavtirsandiyê li ser xwe bavêje. Em li bendêne hemû gelê me di qadên Newrozê de cih bigirin.”    Newroza Dîlokê dê di 21’ê Adarê roja Çarşemê li Parka Otobusan a Tur saet 10’an de dest pê bike.