Banga tevlîbûna Newroza Amedê 2018-03-17 10:05:02 AMED - Hevserokên HDP û DBP’ê yên Amedê derbarê xebatên Newroza Amedê de agahî dan, û gotin: “Dê rojeva me ya bingehîn Efrîn be. Em bang li gel dikin ku beşdarî Newrozê bibin.” Li Amedê amadekariyên pîrozbahiya Newroza 21’ê Adarê ya bi şîara “Newroz berxwedane, li dijî Faşîzmê Bihara Gelane” ku dê roja Çarşemê pêk were, bi hemû leza xwe berdewam dikin. Hevseroka Partiya Demokratîk Gelan (HDP) a Amedê Fîlîz Buluttekîn  û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Naşîde Toprak, diyar kirin ku di rojava Newroza wan îsal de Efrîn heye û bang li gel kirin ku beşdarî Newrozê bibin.   ‘TECRÎT Û EFRÎN’   Fîlîz Buluttekîn, anî ziman ku mîna her  car dê gelê kurd di Newrozê de peyamên girîng bide û wiha axivî: “Yek ji van peyaman dê pêkanîna tecrîtê ya li ser Abdullah Ocalan be. Peyama din jî dê ji bo kuşitinên sivîlan ên li Efrînê be. Niha li Efrînê hemû derfetên jiyanê ji mirovan tên girtin. Gelê Efrînê dibin dorpêçekê deye. Her roj mirov tên bombebaran kirin û topbaran kirin. Ji ber vê yekê rojeva gelê me ya sereke Efrîne. Em dixwazin ev êrîş bi dawî bibin.”   ‘GELÊ ME DI FERQA PÊVAJOYÊ DEYE’   Buluttekîn, da zanîn ku niha di gelê kurde hêrsek mezin heye û wiha bi dawî ki: “Êdî gel tije bûye. Gelê me dê bi hêrs û kîna xwe dakevin qadên Newrozê. Em dixwazin ji hemû navçe û bajarên derdora Amedê gel bên beşdarî Newroza Amedê bibin. Gelê me birêxistin kiriye. Dizanin ku ev pêvajo çiqasî girînge. Li dijî faşîzmê emê di Parka Newrozê de bersivek mezin bidin.”    ‘TECRÎTA LI SER OCALAN DIVÊ RABE’   Hevseroka DBP’ê ya Amedê Naşîde Toprak jî, diyar kir ku di Newrozê de dê rojeva wan a bingehîn Efrîn be û wiha axivî: “Em di Newrozê de OHAL’ê, qadexeyên heyî, kincên yek tîpî û tecrîta li ser Ocalan şermezar û lanet bikin. Em bal bikişînin ser tecrîta li ser Ocalan. Îro pêdiviya herî mezin bi peyamên Ocalan hene. Ji ber vê divê tecrît bi dawî bibe.”   ‘XEBAT BERDEWAM DIKIN’   Toprak, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Amadekariyên em berdewam dikin. Me nêzî hezar û 200 vexwendinama amade kir. Me gelek siyasetmedar û nûnerên civaka sivîl vexwedin Newrozê. Nêzî 500 hevalên me dê li qada Newrozê erkdar bin.  Nêzî 2 hezar hevalên me jî dê di hemû qadan de erkdar bin. Ji bo erkdariyê hîna jî serlêdan hene. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Perwîn Buldan, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk beşdarî Newrozê bibin.  Ji ber êrîşên li ser Efrînê wate û girîngiya vê Newrozê bir zêdeye. Em li bendê ne ku bi sedhezaran biherikin qada Newrozê. Di vê çarçoveyê de em gelê xwe vedixînin Newrozê û ji niha de Newroza wan pîroz dikin.”