WAHA: Jixwe Efrînî bajarê xwe neterikandin 2018-03-17 09:26:16 ÎZMÎR – Hamşa Muhammed, Berdevka Baskên Jinan a WAHA’yê ku ji bo piştevaniyê bide penaberên sûriyeyî hat avakirin, got ji roja ku şer dest pê kiriye efrînî bajarê xwe naterikandine û wê nikaribin penaberên din jî bibin wê derê.  Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO’yên girêdayî wê yên li dijî Efrînê di roja 57’an de ne. Tirkiye wekî hincet diyar dike ku ew ê penaberan li herêmê bi cih bike, lê belê penaberên ku ji Efrînê koç kirine pir kêm in. Hamşa Muhammed, Berdevka Women And Healt Alliance İnternational (WAHA) an jî bi navê xwe yê din Komeleya Piştevaniyê ya Penaberên Sûriyeyî ya Îzmîrê ku ji bo di warê ziman, tenduristî û derûniyê de alîkariya penaberên sûriyeyî yên hatine Tirkiyeyê bike di sala 2013’an de hat avakirin, destnîşan kir ku li gor xebatên wan ên komeleyê, heta niha efrîniyan ji ber şer koç nekiriye.    ‘HETA ŞER HEBE DÊ KES VENEGERE’    Hamşa, diyar kir ku 5 sal berê tevî malbata xwe hatiye Tirkiyeyê. Hamaş destnîşan kir ku hîn jî penaberên sûriyeyî bi zor û zehmetiyên mezin re rû bir û ne û bal kişand pirsgirêkên di warê ziman, betalî û hêwirandinê de. Hamşa, anî ziman ku bi komeleya ku wan ava kiriye ew alîkariya penaberên sûriyeyî dikin. Hamşa bi lêv kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan jî penaberan li vir hewl daye jiyaneke nû ji xwe re ava bikin. Hamşa diyar kir ku wê penaber ji Tirkiyeyê neçin û got: “Niha hemûyan, jiyana xwe bi rêkûpêk kirine. Êdî dizanin wê biçin kuderê û çi bikin. Der barê Îdareya Koçberiyê de hin pirsgirêk hene. Lê tevî hemû tiştî jî êdî mirov hînî jiyana ku lê bi cih bûne. Êdî wekî berê bi pirsgirêkan re rû bi rû namînin. Piraniya van mirovan jiyana xwe li vir bi rêk û pêk kiriye. Helbet ên ku bixwazin vegerin wê hebin, lê heta ku şer berdewam be dê kes venegere. Kes nikare kesî bi zorê bişîne.”    ‘DEMA ŞER BIQEDE JIXWE EM Ê BIXWE BIÇIN’    Hamşa, bi lêv kir ku gotinên Serokomar Erdogan ên “Em ê Efrînê radestî Efrînê bikin” ew heyirandine. Hamşa destnîşan kir ku efrînî bajarê xwe neterikandine û ew hîn jî nizanin ka ji bo çi li wir şer dest pê kiriye.    Hamşa diyar kir ku gotinên Erdogan siyasî ne û got: “Li Efrînê şerek heye û ev yek li zora me diçe. Tenê ne li Efrînê, li kuderê Sûriyeyê dibe bila bibe şer li zora me diçe. Ereb, kurd, tirkmen kî dibe bila bibe em şer naxwazin.” Her wiha Hamşa diyar kir ku ji ber şer, gelek penaberên ku hewl dan biçin Ewropayê di behran de fetisîne û eger vegera bi darê zorê çê bibe wê ev êş zêdetir bibe.    MA / Ahmet Kanbal – Rûken Demir