Şer bandorê li firotina kincên gelêrî jî kir 2018-03-17 09:21:34 AMED/WAN -  Her sal di meha Adarê de li kargehên kincên gelêrî liv û tevgerînek zêde hebû, lê îsal westadriyek heye. Esnafên Amed û Wanê diyar dikin ku sedema vê westdariyê pêvajoya siyasî ya li welat e.  Her sal di meha Adarê de li kargehên kincên gelêrî liv û tevgerîneke zêde hebû, lê belê îsal hem li terziyan hem jî li kargehên ku kincên gelêrî difiroşin westadriyek heye. Li Çarşiya Eşêfçiyan a Amedê esnafê bi navê Ahmet Kardan (55) diyar kir ku ji ber pevçûnên rû didin û Rewşa Awarte 2 sal in firotina kincên gelêrî jî kêm bûye.    Kardan got li çarşiyê westdariyeke zêde heye. Kardan bi lêv kir ku sala çûyîn van çaxan ew di ber kirîgerên ku kincên gelêrî dikirin re nedigihaştin, lê belê îsal rewş bereksê wê ye. Kardan destnîşan kir ku nemaze kincên gelêrî di çalakiyên civakiyî de li xwe tên kirin û got: “Dema çalakî tên astengkirin, kes kincan jî nade dirûtin.”    Ebûzer Çelîk (54) ku 15 sal in li navçeya navendî Rezanê ya Amedê kincên gelêrî didirû û difiroşe, destnîşan kir ku piştî qedexeya derketina kolanan û Rewşa Awarte raxbeta ji bo kincên gelêrî jî kêm bûye. Çelîk bi lêv kir ku çend roj ji Newrozê re maye, lê belê xweşikî kes nayê li kincan napirse. Çelîk got: “Berê ji bo em di ber sîparîşan re bigihên em heta sibehê dixebitîn. Lê tu dibe qey îsal mirov di şînê de ne. Ji ber li ber şer dikevin naxwazin şahiyê bikin. Dawetan çê dikin, lê êdî di dawetan de jî li xwe nakin. Çimkî ji ber ku edetek e êdî dawetan lê dixin.”    ‘JI BER PÊVAJOYÊ KAR KÊM BÛYE’    Li Wanê jî, esnaf Abdûlselam Ege ku kincên gelêrî difiroşe, diyar kir ku berê berî Newrozê ji Colemêrg, Elbak, Geverê gelek kes doza kincên gelêrî dikirin, lê belê îsal daxwaz pir kêm bûye. Ege got li cem wan her cure model hene, lê belê ji ber westadriya piyaseyê û pêvajiya heyî li gor salên berê raxbet kêm bûye.    ‘NEKIRIN JÎ DÊ BIÇIN NEWROZÊ’    Esnaf Sehrap Dîlmez ku kincên gelêrî difiroşe, got: “Li gor salên borî daxwaza ji bo kiras û fîstanan kêm e. Lê dîsa jî hêviya min heye. Hêvî dikim ku wê di du sê rojên şûn de baş bibe. Li gor sala çûyîn rêjeya firotinê kêm bûye. Sedema vê yekê jî pêvajoya heyî û westdariya piyaseyan e. Mirov dibêjin em kiras û fîstanan nekirin jî em ê tev li pîrozbahiya Newrozê bibin.”