ROJEVA 17'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-17 09:00:50 * Her sal di meha Adarê de li kargehên kincên gelêrî liv û tevgerînek zêde hebû, lê îsal westadriyek heye. Esnafên Amed û Wanê diyar dikin ku sedema vê westdariyê pêvajoya siyasî ya li welat e.  *Hevserokên HDP û DBP’ê yên Amedê derbarê xebatên Newroza Amedê de agahî dan, û gotin: “Dê rojeva me ya bingehîn Efrîn be. Em bang li gel dikin ku beşdarî Newrozê bibin.”   * Li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê 6 girtî ji bo dawî li çewisandin û binpêkirinên mafan bên 24 roj in di greva birçîbûnê de ne. Der barê jiyana girtiyan de şik û gumanên malbatan hene û xwestin demildest daxwazên girtiyan bi cih bên.    * Di ser kuştina Zafer Ceyhan ku li Erdîşê taksiya wî hat gulebarankirin û mir de 6 meh derbas bûn, lê belê di dosyeyê de tu geşedan rû nedane. Kekê wî Nûrî Ceyhan got: “Birayê min ji taksiyê derxistine û kuştine û kifş e ku paşê taksî gulebaran kirine.”   * Li Edeneyê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin. Tê payîn ku herî kêm wê 40 hezar kes tev li pîrozbahiya Newrozê bibe û wê agirê Newroza îsal ji bo Efrînê bê vêxistin. Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Mehmet Yaşik got: “Eger beşdarbûyîneke xurt çê bibe, wê pîrozbahiya Newrozê bibe şewqvedana Efrînê.”    * Li Bayrakliyê, Ahmet Silikê ku hişê wî bi awayekî qismî ne temam e, baş nabihîse, hêla wî ya rastê felcî ye û bi zorê dimeşe, piştî salekê dema cara ewil ji malê derket hat girtin û ew şandin girtîgehê. Hevjîn û keça Silik xwestin demildest bê berdan.    * Hamşa Muhammed, Berdevka Baskên Jinan a WAHA’yê ku ji bo piştevaniyê bide penaberên sûriyeyî hat avakirin, got ji roja ku şer dest pê kiriye efrînî bajarê xwe naterikandine û wê nikaribin penaberên din jî bibin wê derê.    * Li Manîsayê jinên ku bi strandina hineya Newrozê amadekariyên pîrozbahiya Newrozê dikin, diyar kirin ku ew ê daxwaz bikin ku dawî li êrîşên li ser Efrînê bên.   * Dayikên Şemiyê dê çalakiya "Faîl diyar in, winda li ku ne ?" li Qada Galatasarayê di hefteya 677'an de berdewam bike. (12.00)   * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 475'an de li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam bike. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin" "Bila girtiyên nexweş bên berdan" dê di hefteya 424’an de çalakiya xwe li navçeya Konakê berdewam bike. (13.00)   * Komîsyona Girtiyên Nexweş ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya girtiyên nexweş bên dermankirin dê di hefteya 312'an de çalakiya "Rûniştina F" pêk bîne. (13.30)   * Platforma Şaxan a KESK'ê ya Îzmirê dê binçavkirina kesên li Îzmirê bi daxuyaniyekê li pêş Şaredariya Narlidere bê şermezarkirin. (14.00)   * Xebatkarên TV10'ê dê di hefteya 76'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (14.00)     * Komîteya Amadekar a Newrozê dê bi civîna çapemeniyê gel dawetî Newroza 21'ê Adarê bike. ( 10.00)    * Înîsiyatifa Ji girtiyên nexweş re razadi dê di hefteya 187'an de li şaxa ÎHD'ê ya Enqere çalakiya xwe berdewam bike. (18:00)   * Bi tevlêbûna Hevserokên Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî li Şanoya Hewaya Vekirî ya Konyaalti ya Antalya Newroz dê bê pirozkirin. (10.00-18.00)