Dadgehê 10 sal ceza li Aysel Tugluk birî 2018-03-16 16:36:56 ENQERE – 17’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 10 sal ceza li Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê û Parlamentera berê Aysel Tugluk birî. Dadgehê biryara dewama girtina Tugluk da.  3’yemîn danişîna doza Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê û parlamentera berê Aysel Tugluk li 17’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Wekîla Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik û gelek rêveberên HDP’ê danişînê şopandin. Di danişînê de parêzer amade bûn.     Di danişînê de ewil dozger mutala xwe aşkere kir û xwest Tugluk bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” û “Rêvebera rêxistinê ye” bê cezakirin.    ‘DEMA MIJAR DIBE KURD CEZA TÊ BIRÎN’    Piştî mutala dozger, Tugluk parastina xwe kir û got ku darizandina wan niha berdewama dozên KCK’ê ne û dema mijar dibe kurd û siyasetmedarên kurd hemû hişmendî dibe yek û her kes bêdeng dibe û ceza li wan dibirin. Tugluk da zanîn ku darizandinek serbixwe û adil ne mijara gotinê ye û bi vê darizandinê re dewleta hiqûq bi temamî ji holê hatiye rakirin. Tugluk destnîşan kir ku KCD ne rêxistinek îlegal e û wan xwestiye bi riyên demokratîk û aştiyane pirsgirêka kurd çareser bikin û hemû hewldan û xebatên wan ên di nav KCD’ê de ji bo çareseriyê bûn. Tugluk bi dirêjî li ser naveroka dosyeya jê tê darizandin rawestiya û berata xwe xwest.    Piştî parastina Tugluk, dadgehê xwesteka Tugluk û parêzeran red kir û biryara xwe aşkere kir. Dadgehê bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” 10 sal ceza li Tugluk birî û biryara dewama girtina wê da.