'Komkujiya Helepçe îro li Efrînê diqewime’ 2018-03-16 15:46:49 NAVENDA NÛÇEYAN – Komkujiya Helepçe li gelek bajaran hat şermezarkirin. Di çalakî û daxuyaniyan de hat gotin ku Komkujiya Helepçeyê îro bi Efrînê dewam dike û ji bo Helepçeyek din dubare nebe bang li civakên navnetewî kirin.  Li gelek bajaran bi beşdariya rêveber û aktîvîstên KCD, DBP, HDP, TJA, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civakî û gelek kesan ji bo qurbaniyên Helepçe û Beyazitê hatin bibîranînê û daxuyaniyan li dari xistin. bernameyek bîranînê li dar xist. Di daxuyaniyan de êrîşên li dijî Efrînê jî şermezar kirin.    Endam û rêveberên saziyên siyasî û sivîl li avahiya Rêxistina DBP’a Wanê bi boneya Helepçeyê bîranîn li dar xist. Wêneyên kesên li Helepçe jiyana xwe ji dest dan daliqandin û rêz girtin. Endamê KCD’ê Fatîh Şahîn axivî û diyar kir ku di serdema sed salan de dewletên dagirker bi sedan komkujî bi serê gelê kurd de pêk anîne û got: “Komkujiya Helepçe wek komkujiyek herî hovane di dîrokê de cihê xwe girt. Heman Komkujiya Helepçeyê îro li Efrînê pêk tê.”    'ÊŞÊN NÛ ZÊDE DIBIN’    Endamên Platforma Şaxan a KESK’ê ya Wanê jî li avahiya xwe bi boneya şermezarkirina komkujiya Helepçe û Beyazitê civîn li dar xist û komkujiyan şermezar kir. Sekreterê Şaxa BES’ê ya Wanê Behçet Erçag daxuyanî da û got ku êşên nû îro li ser êşên kevn zêde bûne û ew komkujiyên Helepçe û Beyazitê şermezar dikin û meha adarê bi komkujiyan tê bibîranîn.    RIHA   Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Rihayê jî têkildarî Komkujiya Helepçe li avahiya HDP’ê civîn li dar xist û komkujiyan şermezar kir. Gelek kest beşdarî civînê bû û Hevserokê DBP’a Rihayê Bekîr Karakeçîlî axivî û heman komkujiyên mîna ya Helepçe li gelek bajarên din ên kurdan pêk tê û got ku ew ê Komkujiya Helepçe ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.    ÎHD’Ê KOMKUJÎ ŞERMEZAR KIR    Şaxa ÎHD’ê ya Rihayê jî li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û Berdevkê Şaxa ÎHD’ê Atîlla Yazar jî komkujî şermezar kir û got ku komkujiyên mîna Helepçeyê li tevahiya Rojhilata Navîn dewam dike.    ÊLIH   Rêveberên HDP, DBP û aktîvîstên TJA û dayikên aştiyê û gelek welatiyan li avahiya Rêxistina Navçeya Navendî ya HDP’a Êlihê jî civîna li dar xistin û qurbaniyên Helepçe bibîr anîn. Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr jî amade bûn. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan rêz girtin û pişt re daxuyanî dan.    ‘KOMKUJIYA HELEPÇE LI EFRÎNÊ DEWAM DIKE’    Hevserokê DBP’a Êlihê Şukru Tapkan destnîşan kir ku Helepçe ne komkujiya ewil e û ne ya dawî ye û got: “Komkujiya li Helepçe pêk hat îro jî diqewime. Îro jî li Efrînê gelê kurd tên kuştin. Ji duh ve komkujî dewam dike. Divê gelê kurd li qadên Newrozê bi yek dengê komkujiyan şermezar bike.”    STENBOL     Komek xwendekarên zanîngehê li Stenbolê di 40’emîn salvegera Komkujiya Beyazitê de li ber Zanîngeha Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Xwendekaran komkujiyên li Beyazit, Helepçe û Efrînê şermezar kir.