Di cînayeta Elçî de tu pêşketin çênebûne! 2018-03-16 14:59:10 AMED - Baroya Amedê, diyar kir ku di cînayeta Tahir Elçî de heya niha tu pêşketin çênebûne. Di çalakiya li ber Edliya Amedê pêk hat de, qûrbaniyên Komkujiya Helepçe hatin bibîranîn. Baroya Amedê ji bo ronîkirina kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî, li ber Edliya Amedê di hefteya 118’emîn de çalakiya xwe ber dewam kir. Gelek parêzer bi cubeyên xwe beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Di çalakiyê de pankarta bi kurdî û tirkî “Em te ji bîr nakin” hat vekirin. Di çalakiyê de Serokê Giştî yê Baroyê Mahsum Bati axivî û wiha got: “Di dosyeya Elçî de heya niha tu pêşketina çên bûne. Em ê heya dawiyê şopdarê doza Elçî bin.”     HELEPÇE HAT BIBÎRANÎN   Bati bal kişand ser 30’emîn salvebera Komkujiya Helepçê û wiha bilêv kir: “Beî 30 salan li Helepçeyê, 30 hezar kurdên sivîl bi gazên kîmyesalê hatin qetilkirin. Divê bê zanîn ku Komkujiya Helepçeyê, hêj di bîra kurdan de zindiye. Em li vê derê careke din vê jenosîtî lanet dikin û em hemû qûrbaniyên komkujiyê bibîr tînin.”     Piştî axaftinan 5 deqece çalakiya rûniştinê pêk hat.