Danişîna 11 akademîsyenan taloq bû 2018-03-16 14:46:34 STENBOL – Danişînên ewil ên doza 11 akademîsyenên ji zanîngehên Kemerburgaz, Kadîr Has, Arel, Koç, Bahçeşehîr û Nîşantaşi hat dîtin. Hemû danişîn hatin taloqkirin.  Darizandina Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê belavoka “Em ê nebin şîrikê vî sûcî” îmze kirin dewam dike. Danişîna ewil a 11 akademîsyen din jî bi hinceta “Propaganda rêxistinê kirine” li 33’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliya Çaglayana Stenbolê hat dîtin.    Danişîna ewil a ji Zanîngeha Kadîr Has Peywîrdarên Hindekariyê R.O.G., Alîkar Doç. Dr. Ö.Y.D. û Alîkar Doç. Dr. E.A., ji zanîngeha Bahçeşehîrê Prof. Dr. Zeynep Tul Sualp a ji kar hat derxistin, ji Zanîngeha Kemerburgazê Alîkar Doç. Dr. Bedriye Aysuda Kölemen Luge, Alîkar Doç. Dr. T.D.Y. û Peywîrdarê Hîndekariyê E.K., ji Zanîngeha Arel Peywîrdarê Hîndekariyê Î.O., ji Zanîngeha Nîşantaşi Alîkar Doç. Dr. Nîl Mutluer û Alîkar Doç. Dr. Çetîn Gürer ên ji kar hatin derxistin û ji Zanîngeha Koç Doç. Dr. Y.Y. hat dîtin.    Piştî îfadeyên akademîsyenan û parêzerên wan hemû danişîn hatin taloqkirin.