Gelê Mêrdînê vexwendin Newroza Nisêbînê 2018-03-16 14:10:08 MÊRDÎN  Newroza Nisêbînê dê di 21’ê Adarê de bê pîroz kirin. Rêxistinên HDP, DBP û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk li navçeya Artuklu gel ziyaret kirin. Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, xebatên ji bo mîtînga Newrozê ya piştî 2 salan bê pîroz kirin berdewam dikin. Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Tirk, Partiya Demokratîk a Galan (HDP), Parlamenterên HDP’ê Sîbel Yîgîtalp, Alî Atalan û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Artuklu gel ziyaret kirin û belavok belav kirin.    Ligel astengiyên polîsan jî welatî û partî hatin gel hev û eleqeyek mezin hat nîşandan. Endamên partiyê gel vexwendin Newroza Nisêbînê.