Înîsiyatifa Dijberî OHAL'ê: Bi vî halî hilbijartin nabe 2018-03-16 13:27:17 ENQERE – Endamên Înîsiyatifa Dijberî OHAL'ê li Enqereyê civîna çapemeniyê pêk anîn û diyar kirin ku di şertê OHAL'ê de hilbijartin nayê kirin. Înîsiyatifê xwest hilbijartin azad û serbixwe be.  Endamên Înîsiyatifa Dijberî OHAL'ê ku di navde rojnameger, parazvanên mafên mirovan û hiqûqnas jî hene, li Enqereyê civîna çapemeniyê pêk anîn û diyar kirin ku di şertê OHAL'ê de hilbijartin nayê kirin. Înîsiyatifê li Şaxa Enqere ya Odeya Mimaran a TMMOB'ê daxuyanî da. Li salonê pankarta “Li OHAL’ê demokrasî, bi vî halî hilbijartin nabe. Perdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen jî tev li înîsiyatifê bû. Endame înîsiyatifê Ali Ersin Gur daxuyanî da. Gur, diyar kir ku îktîdar ji bo desthilatdariya xwe her dem OHALê dike mertal. Gur, anî ziman ku ew OHAL'ê îtîraz dikin û wiha got: "Azadî, demokrasî û edalet mafê her kesî ye. Hiqûq her dem û di her şerdî te ji her kesî re lazim e. Welatê ku rojnameger, hêzên muxalif  û siyasetmedar lê girtî bin, pirsgirêk bi vî rengî çareser nabin. Ger ku wisa bidome dê bedelê vê yekê civak bidin.  OHAL li dijî demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê divê bi lez OHAL'ê rakin.  Tu sedema dirêjkirina OHAL'ê tune ye. Di şertê OHAL'ê de hilbijartin nayê kirin. Di şertên OHAL'ê de mafê azadiya ramanê, azadiya siyasetê û azadiya çalakiyan ji destê mirovan tê girtin. Em bang li her kesî dikin ku li mafên xwe yên welatiyê derkevin û mafên xwe yên rewa biparêzin.      Gur, herî dawî bang li rayedaran kir û xwest bi lez dawî li OHAL'ê bînin û OHAL'ê rakin.