Leşkeran maşîneya zirxî li welatiyek qeliband 2018-03-16 12:29:53 COLEMÊRG – Li Şemzînanê leşkeran maşîneya zirxî li Îsmaîl Firat qeliband. Firat rakirin nexweşxaneya dewletê û welatiyên li cihê bûyerê kom bûn bertek nîşanî leşkeran dan.  Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê leşkeran maşîneya xwe ya leşkerî li welatiyek bi rê de diçû qeliband. Bûyer li xaçerêya kolanên Cumhuriyet û Serment pêk hat û maşîneya bi markeya Shorland a leşerî li Îsmaîl Firat ê 72 salî qeliband. Firat birîndar bû û welatiyên derdorê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.    Hat zanîn ku welatiyên li cihê bûyerê kom bûn, bertek nîşanî leşkeran dan.