Endama Meclîsa HDP’ê Berktay: Li Efrînê sûcê mirovahiyê tê kirin 2018-03-16 11:24:49 ENQERE – Endama Meclîsa HDP’ê Ayşe Berktay êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê wek “dagirkeriyê” pênase kir û got: “Bombebarankirina bi zanebûn a qadên jiyanê ya sivîlan sûcê mirovahiyê ye.”  Şerê Tirkiyeyê yê li dijî Efrînê di roja 56’emîn de dewam dike. Ji ber navenda bajêr tê bombebarankirin her roj bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest didin. Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Berktay şerê li ser Efrînê nirxand û got: “Bombebarankirina bi zanebûn a qadên jiyanê ya sivîlan sûcê mirovahiyê ye.”    Berktay destnîşan kir ku raya giştî ya cîhanê kuştina sivîlan tenê wek xetereyek dibîne û got: “Ji bilî xetereyê tiştekî nabêjin. Bombebarankirina sivîlan teqez bûye. Tenê metirsiyên xwe tînin ziman. Di vê mijarê de wêne û dîmen hene. Tenê bi daxuyaniyan bes dibînin.”    ‘TALÛKEYA KOMKUJIYÊ HEYE’    Berktay şerê li Efrînê wek “dagerkeriyê” pênase kir û wiha got: “Daxuyaniyên Erdogan yên mîna ‘Em Efrînê dagir nakin’ rastiyê nade nîşandan. Ez dipirsim; Ji Efrînê vexwendinek ji we re hat? Tişta li Efrînê tê kirin dagerkeriye. Ji bilî dagerkeriyê ne tiştekî din e. Ev dagirkerî nayê qebûlkirin. Tirkiye li Efrînê sûcê li dijî mirovahiyê pêk tîne. Li Efrînê talûkeya komkujiyê heye. Mirov bi endyad li Efrînê dijîn. Bi qedexekirina kuştiyan û birîndaran nikarin ser vê rastiyê bigirin û tarî bikin.”    ‘DÊ NE EFRÎN BIKEVE Û NE JÎ EV KAR XELAS BIBE’    Berktay wiha dewam kir: “Dê ne Efrîn bikeve û dê ne jî ji bo bikevin Efrînê ev kar xelas bibe. Li dijî DAIŞ’ê destekftiyên mezin hatin bidestxistin. Êdî di pêvajoya çareseriya siyasî de carek din şer derket asta herî jor. Niha jî daxuyaniyên em ê piştî Efrînê biçin Minbicê û  bakûrê Iraqê didin. Ev jî beyana dirêjkirina şer dide nîşandan. Çi dibe bila bibe divê NY biryara xwe pêk bîne û li ser biryara xwe raweste.”    MA / Diren Yurtsever