Amediyan bang li Erdoganê bê Amedê kir: Dawî li dagirkeriya Efrînê bînin 2018-03-16 11:10:27 AMED – Beriya Serokomar Tayyip Erdogan bê Amedê, welatiyên Amedê bang li Erdogan kirin û xwestin dawî li dagirkeriya Efrînê bînin.  Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, bi armanca beşdarî 6'emîn kongreya partiya xwe ya Amedê bibe, sibê tê Amedê. Beriya Erdogan bê Amedê li der û dora salona spore ya Seyrantepe ku konggreyê lê pêk bîne tedbîrên gelek mezin hatin girtin. Gelê Amedê bertekên xwe li dijî hatina Erdogan anîn ziman û diyar kirin ku tu heviyên wan ji Erdogan tune ye. Gelê Amedê diyar kir ku Erdogan li ser gelê Efrînê komkujiyê pêk tîne û li aliyê din bêyî şerm bike tê Amedê.    ‘DÊ JI DERVE MIROVAN BÎNE AMEDÊ'   Welatiyê 53 salî Veysi Savci diyar kir ku tu hevî û bendewariya wan ji Erdogan tune û wiha got: "Tevlebûna kongreya AKP'ê dê pir kêm be. Kes ji wî baware nake. Dê ji derve mirovan bîne Amedê. Tevlêbûna xwendekar û mamosteyan mecbûr dike. Karmendên dewletê mecbûrî tevlêbûna kongreyê dike. Lê dema HDP'ê li Enqereyê kongre pêk anî hemû rê girtin."    ‘ZEXT NIKARE GEL DÎL BIGIRE   Savci, anî ziman ku AKP'ê bi zorê şaredarên kurdan desteser kir û qeyûm tayîn kir û ev ji bo kurdan şermek gelek mezin e û wiha got: “Îktîdara faşîst li her derê heman tişt e. Kurd li vî welatî hêza çalak û bi rêxistin e. Niha tenê kurd muxalefetê dikin. Îktîdar dixwaze bajare kurdan têxe bin kontrola xwe û zextan zêde dike. Lê tu car nikare gelê kurd dîl bigire."   ‘PEREYÊ LI ŞER XERÇ DIKE LI TU DEVERAN XERÇ NAKE'   Hacı Aslan (71) jî anî ziman ku Serokomar bê Amedê jî tiştek nayê guhertin û wiha got: "Ez dibêjim bila Erdogan qet neyê Amedê. Li ber çavên me zarokên me kuştin. Her der xera kirin. Berî her tiştî divê leborînê ji me bixwazin. 2 sal berê zedeyî 100 mirov li Sûrê qetilkirin. Niha jî heman tiştî li Efrînê dikin. Naxwazin kurd bibin yek. Pereyê li Şerê li Efrînê xerç dike li tu derê xerç nake. Heta niha gelek serokwezîr û Serokomar hatin Amedê. Tevan soz dan. Lê yekî jî soza xwe pêk neanî.    ‘KURD ÇAREK DIN NAXAPIN'   Welatiyê 47 salî Fuat Ayak jî anî ziman ku Kurd carek din nayên xapandin û wiha got: "AKP soz da ku pirsgirêka kurd çareser bike. 14-15 salin îktidar e. Li şûna pirsgirêkê çareser bike li ser Efrînê şer dimeşînin. Bi vî rengî pirsgirêk çareser nabe. Divê bi lez şerê li Erînê rawestînin.    Welatî Ayhan Sut jî xwest demek berî demekê şerê li ser Efrînê rawestînin. Welatî Şemsettin Tanrıverdi û Mustafa Turker, xwestin şerê li ser Efrînê demek beriya demekê rawestinin."    MA / Rifat Şahin - Devran Toptaş